Hewlêr (Rûdaw) - Alîkara Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldanê daxuyaniyek da.
Wê ragihand ku wan li ser kuştina Savaş Buldan, Adnan Yildirim û Haci Karay dest bi pêvajoyeke nû ya hiqûqî kiriye.
Ev kuştin wekî yekê ji xalên herî tarî yên dîroka nêzîk a Tirkiyeyê tên qebûlkirin.
Buldanê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da û diyar kir ku wan bi rêya parêzerê xwe Bişar Alinak serî li Wezareta Dadê daye.
Xwestin ku kujer werin darizandin
Di serlêdanê de wekî armanca sereke e”şkerekirina pêwendiyên siyasî û rêxistinî yên li pişt van kuştinan hat nîşandan.”
Di daxwaznameyê de hat xwestin ku bûyer bi hemû aliyên xwe ve careke din were lêkolînkirin.
Her wiha hat xwestin ku berpirs werin destnîşankirin û ew kes werin darizandin.
Pervîn Buldanê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser girîngiya dîrokî ya dozê û diyar kir ku nabe ev dosye tenê wekî “bûyereke berê” bê dîtin û got:
"Divê ev dosye di çarçoveya cînayetên siyasî yên nehatine eşkerekirin û pratîka bêcezahiştinê ya di dîroka nêzîk a Tirkiyeyê de were nirxandin.
Wekî pêdiviyeke prensîba dewleta hiqûqê, mecbûrî ye ku bûyerên bi vî rengî bi awayekî bibandor werin lêkolînkirin û rastiya madî derkeve holê."
Pêvajoya hiqûqî dê were şopandin
Buldanê anî zimên ku ew ji bo birêvebirina lêpirsîneke bibandor bi biryar in.
Wê da zanîn ku ew dê pêvajoya hiqûqî ya ku ji bo tesbîtkirina kujeran û bicihatina dadperweriyê hatiye destpêkirin, ji nêz ve bişopînin.
Savaş Buldanê karsaz û hevjînê Pervîn Buldanê, Adnan Yildirim û Haci Karay 3yê Hezîrana 1994an li Stenbolê hatibûn revandin.
Termên wan li navçeya Yigilcayê ya parêzgeha Boluyê hatibûn dîtin.
Ev cînayet wê demê li Tirkiyeyê bûbûn rojev lê 32 sal derbas bûne û kujer hîn jî nehatine darizandin.
Savaş Buldan 2yê Hezîrana 1994an li Yeşîlyurta Stenbolê ji Otela Çinarê hat revandin.
Heşt kesên ku nasname û êlegên wan ên polîsan û bêtêlên wan hebûn, ew li gel Adnan Yildirim û Haci Karay revandin û pişt re jî kuştin.
Termên Buldan û hevalên wî 4ê Hezîrana 1994an li ber Çemê Melenê yê navçeya Yigilcayê ya Boluyê hatin dîtin.
Li ser laşê Savaş Buldan, Adnan Yildirim û Haci Karay şopên şkenceyê hebûn.
Serokwezîra wê demê Tansu Çîller bû.
Di wan salan de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi hezaran Kurdên sivîl hatin kuştin ku îro jî kujer nehatine eşkerekirin û nehatine darizandin.
Tansu Çîllerê 4ê Çiriya Paşîn a 1993yan wisa gotibû:
“Di destê me de lîsteya wan karsazên Kurd heye ku alîkariyê didin PKKyê.
Di lîsteyê de nêzîkî 60 navî hene. Çawa ku dewlet li dijî PKKyê şer dike, dê bi her awayî li dijî wan kesan jî şer bike ku piştgiriya darayî didin PKKyê.”



