Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî êrişa bi dronan a li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar kir.
"Kiryareke neexlaqî ye"
Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û piştevaniya xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê anî zimên.
Ebdî di peyama xwe de wiha got:
"Em bi hikûmet û gelê Herêma Kurdistanê re hevxem in û em armanckirina ofîsa Serokê Hikûmetê bi tundî şermezar dikin.
Ev êriş kiryareke neexlaqî ye û nayê qebûlkirin."
"Destdirêjiyek e li ser vîna gelê Herêmê"
Mezlûm Ebdî bal kişand ser vîna gel û saziyên fermî û li pey çû:
"Ev yek destdirêjiyek e li ser vîna gelê Herêmê.
Her wiha destdirêjiyek e li ser beşeke bingehîn a saziyên dewleta Îraqê."
Çi bûbû?
Dijîterora Kurdistanê ragihand ku 2 dronên bombebarkirî avêtine Ofîsa Taybet a Serokwezîr û cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê.
Li gorî daxuyaniya Dijîterora Kurdistanê, îro (17ê Tebaxa 2026an) demjimêr 00:28an, 2 dronên bombebarkirî yên "Hedîd-110" ji aliyê sînorê Îranê ve hatine avêtin.
Dijîterorê da zanîn ku dron berdane baregeha Ofîsa Taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê yên li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê.
Her wiha hat diyarkirin ku di êrişê de zererên canî çênebûne.
Dijîterorê di daxuyaniya xwe de ev êriş şermezar kirin û got:
"Em van êriş û destdirêjiyan bi tundî şermezar dikin û bi ti awayî nayên qebûlkirin, hemû berpirsyariya encaman jî di stûyê encamderan de ye."
Hedîd-110
Hedîd-110 drona Îranê ya herî bilez e, leza wê di demjimêrekê de digihîje 510 kîlometreyan û motora wê ji cureyê turboyê ye.
Ev dron dikare heta 9 kîlometreyan bilind bibe û demjimêrekê bifire û 350 kîlometreyan dûr here.
Her wiha, dikare 30 kîlogram teqemenî hilgire.
Dron ji bo wê hatiye çêkirin ku beriya pergalên parastina asmanî wê bibînin, bi lez û bez asmanê aliyê beramber derbas bike.
Ev cureyê dronê ji bo armanckirina radar, pêgehên hestyar, navendên fermandariyê û binesaziyên girîng hatiye çêkirin.
Cara yekem di Adara 2026an de di şerê li dijî Îsraîl û Amerîkayê de ji aliyê Supaya Pasdaran a Îranê ve hat bikaranîn.
Îranê bi awayekî fermî nirxê wê eşkere nekiriye lê tê texmînkirin ku nirxê wê di navbera 20 hezar û 50 hezar dolarî de ye.



