Hewlêr (Rûdaw) - Sekreteriya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS), êrişa bi dronan a li ser Baregeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kir.
Îro bi dronên bombebarkirî êrişî Ofîsa Taybet a Serokwezîr û cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê hat kirin.
"Binpêkirineke eşkere ye"
ENKSyê di daxuyaniyekê de ragihand ku ev êriş binpêkirineke eşkere ya serweriya Îraqê ye.
Her wiha ENKSyê ev êriş wekî binpêkirina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê û pîvanên navdewletî bi nav kir.
“Îran dixwaze zextên li ser xwe kêm bike”
ENKSyê destnîşan kir ku ev êrişên ducare yên Îranê, di çarçoveya zêdekirina aloziyan de ne û got:
“Tehran dixwaze Îraq û Herêma Kurdistanê bixe nav nakokiyên herêmî û navdewletî.”
Li gorî daxuyaniyê, Îran bi vî awayî hewl dide guvaşên siyasî, aborî û leşkerî yên li ser xwe kêm bike û axa Îraqê bike qada çareserkirina hesaban.
Ji hikûmeta Îraqê helwest xwestin
Sekreteriya Giştî ya ENKSyê ji hikûmeta Îraqê û civaka navneteweyî xwest ku helwestên zelal û tund nîşan bidin.
ENKSyê daxwaz kir ku rê li ber van êrişan bê girtin û ewlehiya Herêma Kurdistanê were parastin.
ENKSyê di dawiyê de teqez kir ku ev êriş nikarin vîn û îradeya serokatî û gelê Herêma Kurdistanê ya ji bo avakirin, parastin û bipêşketinê bişkînin.
Çi bûbû?
Dijîterora Kurdistanê ragihand ku 2 dronên bombebarkirî avêtine Ofîsa Taybet a Serokwezîr û cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê.
Li gorî daxuyaniya Dijîterora Kurdistanê, îro (17ê Tebaxa 2026an) demjimêr 00:28an, 2 dronên bombebarkirî yên "Hedîd-110" ji aliyê sînorê Îranê ve hatine avêtin.
Dijîterorê da zanîn ku dron berdane baregeha Ofîsa Taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê yên li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê.
Her wiha hat diyarkirin ku di êrişê de zererên canî çênebûne.
Dijîterorê di daxuyaniya xwe de ev êriş şermezar kirin û got:
"Em van êriş û destdirêjiyan bi tundî şermezar dikin û bi ti awayî nayên qebûlkirin, hemû berpirsyariya encaman jî di stûyê encamderan de ye."
Hedîd-110
Hedîd-110 drona Îranê ya herî bilez e, leza wê di demjimêrekê de digihîje 510 kîlometreyan û motora wê ji cureyê turboyê ye.
Ev dron dikare heta 9 kîlometreyan bilind bibe û demjimêrekê bifire û 350 kîlometreyan dûr here.
Her wiha, dikare 30 kîlogram teqemenî hilgire.
Dron ji bo wê hatiye çêkirin ku beriya pergalên parastina asmanî wê bibînin, bi lez û bez asmanê aliyê beramber derbas bike.
Ev cureyê dronê ji bo armanckirina radar, pêgehên hestyar, navendên fermandariyê û binesaziyên girîng hatiye çêkirin.
Cara yekem di Adara 2026an de di şerê li dijî Îsraîl û Amerîkayê de ji aliyê Supaya Pasdaran a Îranê ve hat bikaranîn.
Îranê bi awayekî fermî nirxê wê eşkere nekiriye lê tê texmînkirin ku nirxê wê di navbera 20 hezar û 50 hezar dolarî de ye.



