Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îraqê li Kerkûkê droneke keşfê xist xwarê ku nasnameya wê nenas e.
Piştî operasyonê, ew efserê ku dron xistiye xwarê hat xelatkirin.
Ew dron li asmanê bajêr hat dîtin û hêzên ewlehiyê ketin nav hişyariyê.
Lîwaya 8an midaxele kir
Fermandariya Operasyonên Hevpar a Kerkûkê daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniyê, Lîwaya 8an a artêşê dest bi şopandina wê drina gumanbar kiriye.
Hat zanîn ku dronê keşfeke neyasayî dikir û biryara xistina wê hat dayîn.
Efserekî artêşê bi lêdaneke serkeftî dron li asmanê bajêr îmha kir û xist xwarê.
Ji bo keşf û çavdêriyê bûye
Fermandarê Operasyonên Kerkûkê Lîwa Mead Beday li ser mijarê axivî.
Mead Beday got ku taybetiyên teknîkî yên balafira daxistî tên lêkolînkirin.
Li gorî encamên destpêkê, dron ji bo "keşf û çavdêriyê" hatiye bikaranîn.
Beday da zanîn ku wan ji ber vê serkeftinê efserê ku operasyon pêk aniye xelat kiriye.
Tê lêkolînkirin ka a kê ye
Çavkaniyên ewlehiyê diyar kir ku dê paşmayên dronê ji bo lêkolînê bişînin yekîneyên teknîkî yên li Bexdayê.
Tê zanîn ku artêşa Îraqê ji ber tevgerên zêde yên dronan ên dema dawiyê, kapasîteya xwe ya parastina asmanî zêde kiriye.
Dê piştî lêkolînên hûrgilî diyar bibe ka drona ji aliyê welatên cîran ve yan jî ji aliyê komên neyasayî ve hatiye şandin.



