Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê êrişa li ser Ofîsa Taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar kir û got, “Bila dost û dijmin bizanin ev sedsala azadiya gelê Kurd e.”
Îro bi dronên bombebarkirî êrişî Ofîsa Taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hat kirin.
Her wiha di heman demê de êrişî cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê jî hat kirin.
"Ev sedsala azadiya gelê Kurd e"
Siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê li ser vê êrişê peyamek belav kir.
Leyla Zanayê di peyama xwe de xîtabî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir û wiha got:
"Cenabê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Kekê Mesrûr Barzanî, silav û rêz."
Leyla Zanayê di berdewamiya peyama xwe de ev êriş bi tundî şermezar kir û anî zimên:
"Ez êrişa li ser ofîsa we bi tundî şermezar dikim. Bila dost û dijmin bizanin ku ev sedsala azadiya gelê Kurd e!"
Siyasetmedara Kurd peyama xwe bi gotinên "Xwedê me hemûyan biparêze. Xwişka we Leyla Zana" bi dawî kir.
Çi bûbû?
Dijîterora Kurdistanê ragihand ku 2 dronên bombebarkirî avêtine Ofîsa Taybet a Serokwezîr û cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê.
Li gorî daxuyaniya Dijîterora Kurdistanê, îro (17ê Tebaxa 2026an) demjimêr 00:28an, 2 dronên bombebarkirî yên "Hedîd-110" ji aliyê sînorê Îranê ve hatine avêtin.
Dijîterorê da zanîn ku dron berdane baregeha Ofîsa Taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê yên li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê.
Her wiha hat diyarkirin ku di êrişê de zererên canî çênebûne.
Dijîterorê di daxuyaniya xwe de ev êriş şermezar kirin û got:
"Em van êriş û destdirêjiyan bi tundî şermezar dikin û bi ti awayî nayên qebûlkirin, hemû berpirsyariya encaman jî di stûyê encamderan de ye."
Hedîd-110
Hedîd-110 drona Îranê ya herî bilez e, leza wê di demjimêrekê de digihîje 510 kîlometreyan û motora wê ji cureyê turboyê ye.
Ev dron dikare heta 9 kîlometreyan bilind bibe û demjimêrekê bifire û 350 kîlometreyan dûr here.
Her wiha, dikare 30 kîlogram teqemenî hilgire.
Dron ji bo wê hatiye çêkirin ku beriya pergalên parastina asmanî wê bibînin, bi lez û bez asmanê aliyê beramber derbas bike.
Ev cureyê dronê ji bo armanckirina radar, pêgehên hestyar, navendên fermandariyê û binesaziyên girîng hatiye çêkirin.
Cara yekem di Adara 2026an de di şerê li dijî Îsraîl û Amerîkayê de ji aliyê Supaya Pasdaran a Îranê ve hat bikaranîn.
Îranê bi awayekî fermî nirxê wê eşkere nekiriye lê tê texmînkirin ku nirxê wê di navbera 20 hezar û 50 hezar dolarî de ye.



