Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê barana gur û bahoza dijwar di nav 5 xulekan de li gelek deverên bajêr ziyaneke mezin çêkir.
Dar ji kokê rabûn, banê xaniyan firiyan û kolan û kuçe di bin avê de man.
Şevê din ji nişkê ve baran û bahozê, di demeke kurt de jiyan serobino kir.
Ji ber bayê bihêz, kiremîdên ser banan li erdê ketin, gelek darên mezin ji kokê hilweşiyan. Darên ku bi ser rêyan de ketin, çûn û hatina trafîkê asê kirin.
Her çi qasî baran demkurt bû jî ji ber gurbûna wê, av di gelek kolan û kuçeyan de kom bû.
Hinek rê di çavqerpekê de vegeriyan golan û şofêran di ajotinê de zehmetiyeke mezin kişand.
Yek ji wan cihên ku bahozê ziyaneke mezin gihandayê, Otogara Navbajêr a Meletiyê (MAŞTÎ) bû.
Parçeyên sac ên li ser banê otogarê li ber bayê xurt li ber xwe neda, qut bûn û ketin xwarê.
Bahoza dijwar ziyan gihand dermanxaneyeke li Kolana Stasyonê jî. Bayê bihêz camên dermanxaneyê yên derve şikandin û ziyan da dolabên hundir jî.
Barana gur zerar gihand hinek kargehên li Sîteya Pîşesaziyê ya Nû jî.
Ji ber ku ava baranê ji banê hinek kargehên nûçêkirî de derbasî hundir bû, makîne û alavên esnafan xera bûn.


