Hewlêr (Rûdaw) - Yasemîn Ozçuka ji Stenbolê bûka Geverê ye û niha pêwîstiya wê bi alîkariyê heye.
Hevjînê wê canê xwe ji dest daye û bi du zarokên xwe re bi tenê maye, ji ber nexweşiya xwe nikare bixebite û debara xwe bike.
“Av çûye ser mejiyê kurê min”
Yasemîn Ozçukê bi vi rengî qala rewşê kir:
“Min hevjînê xwe li Stenbolê nas kir. Em bi hev re hatin Geverê û me daweta xwe kir û me dest bi jiyanê kir.
Beriya 3 salan ji ber penceşêra mîdeyê hevjînê min canê xwe ji dest da.
2 zarokên min hene, yek 6 salî û yek jî 13 salî ye. Zarokê 6 salî nexweşê otîzmê ye, her wiha av çûye ser mejiyê wî û divê were dermankirin. Ji ber nexweşiyê nikare biaxive.”
Xaniyên wan ji aliyê xêrxwazan ve hatiye avakirin lê kêmasiyên wan gelek in û divê berî zivistanê werin temamkirin.
Kêmasî pir in
Yasemînê diyar kir ku ew nikarin van kêmasiyan temam bikin û anî zimên:
“Kêmasiyên xanî hene. Sîwax tine, pirsgirêka elektrîkê heye, me ji mala tiyê min elektrîk kişand, ez elektrîka wan bi kar tînim.
Lê ew jî heta cihekî dikarin alîkariyê bikin. Ji ber pereyên ku li me xerc dikin, nikarin kêmasiyên xanî temam bikin.”
Yasemîn Ozçuk kurê xwe ji bo dermankirinê dibe bajarê Wanê lê bijîşk jê re dibêjin ji bo çareseriya mayînde divê here Enqere yan Stenbolê.
Ew niha ji bo dermankirina kurê xwe li hêviya xêrxwazan e.
PÊWENDÎ
Hûn dikarin ji bo alîkariyê bi rêya van hejmaran rasterast bi malbatê re pêwendiyê deynin:
0090 533 053 47 71 (+90 533 053 47 71)- Yasemîn Ozçuk
0090 555 143 08 85 (+90 555 143 08 85)- Bahar


