Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê otobus û barhilgirek li hev qelibîn û di qezayê de 2 kes mirin û 22 kes jî birîndar bûn.
Qeza derengê şeva borî li navçeya Nurdaxê ya Dîlokê çêbû.
Otobusa ku sefera Konya û Kolikê dikir û barhilgirek li hev qelibîn.
Piştî agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Ajokar û alîkarê wî mirin
Di qezayê de 22 rêwiyên di nav otobusê de birîndar bûn.
Her wiha ajokarê otobusê T.D. û alîkarê şofêr M.S.Ç. li cihê qezayê mirin.
Tîmên tenduristiyê birîndar piştî midaxeleyên destpêkê veguhastin nexweşxaneyên derdorê.
Hat ragihandin ku li ser qezayê dest bi lêpirsînê hatiye kirin.
Salane bi hezaran qeza
Li gorî amarên Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK), li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê salane nêzîkî 7 hezar û 800 qezayên barhilgiran çêdibin.
Di wan qezayan de salane zêdetirî 100 kesî dimirin û bi hezaran kes jî birîndar dibin.
.webp&w=3840&q=75)
