Hewlêr (Rûdaw) - Birincê navxweyî hîn jî hemû pêdiviyên bazarên Herêma Kurdistanê dabîn nake lê dîsa jî salane beşek ji birincê Kurdistanê diçe bazarên Ewropayê.
Wezareta Çandiniyê pêşbînî dike ku îsal birinc ji 20 hezar tonî derbas bibe.
Birêvebirê Giştî yê Bazirganiyê yê Wezareta Pîşesazî û Bazirganiyê Newzad Şêx Kamil ji Rûdawê re got:
"Firotina birincê Kurdistanê ya li Ewropayê di çarçoveya danasîna berhemên xwemalî ya li cîhanê de ye.
Par nêzîkî 10 tonan birinc çû bazarên Ewropayê. Îsal jî çend bazirgan dixwazin heman mêjere ducare bişînin."
Berdevkê Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê Qareman Qadir ji Rûdawê re ragihand ku berê birinc bi rêjeya baranê û çavkaniyên avê ve girêdayî ye û got:
"Bi awayekî giştî salane li Herêma Kurdistanê 15-20 hezar ton birinc tê hilberîn.
Îsal baran zêde bariya û gelek bendav û golên nû hatin çêkirin.
Ji ber vê yekê em pêşbînî dikin ku berhema îsal ji 20 hezar tonî zêdetir be."
.webp&w=3840&q=75)

