Hewlêr (Rûdaw) - Pêtên agirê mezin ê ku bi depoyeke sotemeniyê ya li navçeya Tanceroyê ya Silêmaniyê ket ew qasî bilind bûn ku ji Çemçemal, Derbendîxan û Şarezûrê jî hatin dîtin û di vê şewata mezin de 41 kes birîndar bûn.
Agir piştî hewldanên tîmên agirvemirandinê yên 7 demjimêran hat kontrolkirin.
Agir bi depoyekê ket ku zêdetirî 3 milyon lîtreyan benzîn û gaz tê de bû.
Ji ber vê yekê, kargeheke qîrê û gelek depoyên din ên nêzîkî cihê bûyerê jî şewitîn.
Li gorî amarên Birêvebiriya Tenduristiyê ya Silêmaniyê, di bûyerê de 41 kes birîndar bûn ku 6 ji wan karmendên parastina sivîlan in.
Rewşa tenduristiyê ya birîndarekî giran e û ji sedî 90ê laşê wî şewitiye.
Sedema teqînan
Berdevkê Benzînxaneyên Silêmaniyê Behmen Şêx Qadir got:
"Sedema wan zêdetirî 8 teqînên mezin hebûna tankên 100 hezar lîtreyî yên di nava depoyê de bû."
Mihyedîn Resûlê ku birayê yekî ji birîndaran e behsa çîroka destpêka agir kir û got:
"Birayê min ji min re got, kodikek di destê min de bû û agir pê ket, wan agirê ku bi min ketibû vemirand lê agir ji kontrolê derket."
Alîkarê Parêzgarê Silêmaniyê daxuyand ku dê ev bûyer bandorê li ser bihayê benzînê yê li bazaran neke.
.webp&w=3840&q=75)

