کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Daxuyanî tê dayîn / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw

Daxuyanî tê dayîn / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw

Kurdistan

Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

18-08-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran18-08-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sûrê ya parêzgeha Amedê doh êrişî dikana Serokê Jûra Zêrkeran a Amedê (DÎKO) Ozer Sanal hat kirin.

Vê êrişê nûnerên cîhana kar ên bajêr xistin nava liv û tevgerê.

Nûnerên Jûra Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO), Yekîtiya Odeyên Esnaf û Sinetkaran (DESOB) û Jûra Zêrkeran (DÎKO) hatin ba hev.

Wan li hemberî gefên ku zêde dibin bangî Parlamentoya Tirkiyeyê kir ku yasayan derxe û ji hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê jî xwest ku bi biryar bin.

Serokê DTSOyê Mehmet Kaya li ber Jûra Zêrkeran a Amedê di daxuyaniya çapemeniyê de axivî.

Kaya destnîşan kir ku esnafan bi girtina dikanên xwe peyameke xurt daye “çeteyan” û diyar kir ku ev êriş koça sermayeyê ya salên 1990î tînin bîra mirovan û got:

"Eger kesek hebe ku divê ji vî bajarî biçe, ew jî ev çete ne.

Esnafên me bi gotina 'em li vir in' cihê xwe parast."

Kaya anî zimên ku ji bilî tedbîrên ewlehiyê yên xwecihî, çareseriyeke navendî jî şert e û ev bang li Parlamentoyê kir:

"Zarok di van êrişan de wekî amûr tên bikaranîn.

Ji bo ku cezayên herî giran werin dayîn, ez bi lez bangî Parlamentoyê dikim ku yasayan derxe.

Hewldanên xwecihî bi tena serê xwe têrê nakin, divê mertalê hiqûqî were xurtkirin."

Serokê DESOBê Alîcan Ebedînoglu jî diyar kir ku ev êriş ne tenê li dijî esnafan e, li dijî aramiya bajêr e jî û bertekeke tund nîşanî bikaranîna zarokên 16 salî ya ji aliyê rêxistinên sûcan ve da û da zanîn:

"Bila yên ku van êrişan dikin kesî bi kar neynin, bila dakevin meydanên Amedê.

Ev bajar dizane hedê kesên bêhed nîşanî wan bide, em dê ti carî serî li ber çeteyan netewînin."

Serokê DÎKOyê Ozer Sanalê ku dikana wî hatibû gulebarankirin, destnîşan kir ku êriş ne şexsî ye û li dijî mafê xebatê yê hemû zêrkeran e û got:

"Tekane teseliya min ew e ku êriş ne li dikana esnafekî me, li dikana min hatiye kirin.

Ev êrişa nemerdane, guleyek e ku bera aramî û rizqê esnafên me hatiye dayîn.

Baweriya me tam e ku dê êrişkar radestî edaletê werin kirin."

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Pirsên