Hewlêr (Rûdaw) - Li nav avahiya Meclisa Parêzgeha Silêmaniyê teqînek çêbû.
Birêvebiriya Parastina Sivîlan ragihand ku agir bi benzînxaneya nav avahiyê ketiye.
Alîkarê Parêzgarê Silêmaniyê jî got ku ti zererên canî çênebûne.
Berdevkê Birêvebiriya Parastina Sivîlan a Silêmaniyê Aram Elî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
"Benzînxaneya nav avahiya Meclisa Parêzgeha Silêmaniyê şewitî û tîmên me ji bo vemirandina agir dixebitin."
Alîkarê Parêzgarê Silêmaniyê Şaho Osman jî ji Rûdawê re eşkere kir ku agir dema valakirina benzînê ya ji tankerekê derketiye û got:
"Dema valakirina benzînê sîgortayeke karebayê çêbûye û bûye sedema agir."
"Zerereke canî nîne"
Şaho Osman li ser rewşa dawî anî ziman:
"Niha hemû tîm hewl didin agir bi temamî kontrol bikin.
Bi dilxweşî di vê bûyerê de ti zererên canî nînin."
Derdora demjimêr 18:30an dengê 2 teqînan li nav avahiya Meclisa Parêzgeha Silêmaniyê hat bihîstin û dûxaneke zêde li herêmê bilind bû.
Agirê şeva borî: 41 birîndar
Şeva borî jî li taxa Tanceroyê ya Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ketibû.
Di wê depoyê de zêdetirî 3 milyon lître benzîn û gaz hebû.
Li gorî Birêvebiriya Tenduristiyê ya Silêmaniyê, di agirê şeva borî de 41 kes birîndar bûn ku 6 ji wan karmendên Birêvebiriya Parastina Sivîlan in.
Alîkarê Birêvebirê Nexweşxaneya Şewatê ya Silêmaniyê Azad Ehmed ji Rûdawê re ragihand ku şeva borî 22 nexweş birine nexweşxaneyê û da zanîn:
"Ji bilî kesekî ku ji sedî 95ê laşê wî şewitiye, hemû nexweş hatin dermankirin û me ew şandin malên wan.
Ew birîndarê din hîn li nexweşxaneyê ye û tedawiya wî berdewam dike."


