Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Silêmaniyê ragihand ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo şopandina şewatên li Silêmaniyê telefonî wî kiriye.
Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re eşkere kir:
" Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Kek Mesrûr Barzanî di pêwendiyeke telefonî de ji ber van şewatan piştgirî û hevxemiya xwe nîşan da."
Parêzgarê Silêmaniyê da zanîn ku Mesrûr Barzanî sedem û zererên şewatan pirs kiriye, bi taybetî jî şewata vê êvarê ya li nava avahiya Meclisa Parêzgeha Silêmaniyê.
Heval Ebûbekir her wiha got:
"Me ji Serokwezîr xwest ku li ser asta Herêma Kurdistanê komîteyek were avakirin ku sedemên van şewatan werin zanîn û bên kontrolkirin."
Komîteyên lêkolînê hatin avakirin
Parêzgarê Silêmaniyê derbarê rêkarên xwecihî got:
"Niha me li parêzgehê 2 komîte ji bo lêkolîna sedemên şewatan ava kirine."
Şeva borî li taxa Tanceroyê ya Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket ku zêdetirî 3 milyon lître benzîn û gaz tê de hebû.
Ji ber wê şewatê kargeheke qîrê û çendîn depoyên din ên nêzîkî cihê bûyerê şewitîn.
Li gorî amarên Birêvebiriya Tenduristiyê ya Silêmaniyê, di bûyerê de 41 kes birîndar bûne ku 6 ji wan karmendên Birêvebiriya Parastina Sivîlan in.
Îro jî derdora saet 18:30î li nava avahiya Meclisa Parêzgeha Silêmaniyê agir bi benzînxaneyê ket.



