Hewlêr (Rûdaw) - Nîşaneya yekem a ku rewş li Rojavayê Kurdistanê guheriye, yekser piştî derbasbûna ji Deriyê Sêmalkayê yê ji Herêma Kurdistanê derdikeve holê.
Du berpirsên li beşa kontrola sînor ku ji aliyê Şamê ve hatine danîn, destûra Wezareta Ragihandinê ya Sûriyeyê dixwazin da ku rojnameger karibin li herêmê bixebitin. Ew wêneyên ku berê dîwar xemilandibûn, wêneyên wan şervanên Kurd bûn ku di 15 salên şerê li dijî komên cîhadîst de canê xwe dabû lê niha yek ji wan jî nemaye.
Li şûna wan, wêneyên dîmenên xwezayî yên Ewropayê û hespên ku di nav zeviyên kesk de dibezin hatine danîn. Tabela û rêbernameyên li ser kolanan bi zimanê Erebî ne, tenê salnameyek ku li quncikekî hatiye daliqandin û amajeyê bi destpêka sala nû ya Kurdî dike nebe.
Ew zilamê berpirs red dike ku navê xwe bibêje. Ew welatî nêzîkî 14 demjimêran ji Şamê bi rê ve ye heta ku gihîştiye wê derê û her carê du hefteyan li deriyê sînorî dixebite. Ew kes nûnerê hikûmeta Şamê ye û gotina dawî ya wî ye.
Ev dîmenekî biçûk e ku wan guherînên mezin ên li seranserê Rojavayê Kurdistanê nîşan dide. Ev tişt tenê 6 meh piştî wî şerê di navbera HSD û Şamê de tê ku hevsengiya hêzê bi awayekî diyarker guherî.
Berpirsekî Herêma Kurdistanê li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê ji min re got:
"Ew [Kurdên Sûriyeyê] hîn di nav şokê de ne. Dema me şerê Bexdayê dikir, hemû cîhan li dijî Sedam Husên bû. Niha her kes di cîhanê de li gel Ehmed Şer e. Ew di rewşeke zehmet de ne."
Nêzîkî 15 salan, Kurdên Rojavayê Kurdistanê li dijî gelek komên cîhadîst ên li ser hev şer kir, di serî de jî rêxistina DAIŞê.
Beşar Esed dawiya sala 2024an ji Sûriyeyê reviya û bi vê yekê dawî li zêdetirî nîv sedsal desthilata yekdestî hat. Dîmenên Girtîgeha Sêdnayayê û girtîgehên din bûn şahidên çend dehsalên terora dewletê ku şok di nav hemû cîhana azad de çêkir.
Hêzên Ehmed Şer dawiya wê salê Şam xist bin kontrola xwe û Rêveberiya Xweser jî ku Kurdan serkirdayetiya beşekî mezin ji wê dikir, nêzîkî salekê di dan û standinên bi desthilatdarên nû re berdewam bû. Van gotûbêjan nekarî rê li ber çend hefteyên şer ên di zivistana vê salê de bigire. Hêzên Kurdî di şer de piraniya wê herêma ku berê bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkirdayetiya Amerîkayê kontrol dikir ji dest da.
Agirbestekê di dawiya meha Kanûna Paşîn de dawî li şerê mezin anî. Ji wê demê ve, herêm heta radeyeke mezin aram maye lê ev aramî ne misoger e.
Ji Sêmalkayê heta Qamişloyê, hêzên Asayîşê hîn li saziyên kontrolê tên dîtin lê hejmara wan ne wekî berê ye. Rêya ku berê bi çal û kortan navdar bû, li hinek cihan hatiye çêkirin. Bajarokên ser rê qerebalix xuya dikin û bazar vekirî ne.
Her wiha kesên nû jî çûne wê derê. Me hewl da li yek ji otêlên baş ên Qamişloyê bimînin lê ji me re gotin ku ew Amerîkiyên di qada petrolê de dixebitin piraniya odeyan girtine.
Niha Şam kontrola saziya petrolê ya herêmê, deriyên sînorî û balafirgehê, her wiha deriyê bazirganî yê di navbera Qamişlo û Nisêbîna Bakurê Kurdistanê de dike. Derî hîn bi temamî nehatiye vekirin lê amadehî berdewam dikin û gelek niştecih hêvîdar in ku bazirganiya bi Tirkiyeyê re di dawiyê de bêhnê bide aboriya xitimî ya Qamişloyê.
"Kurd desthilatdar in"
Piraniya bajar wekî berê xuya dike. Hêzên Esed ên li Çarçoveya Ewlehiyê ya Qamişloyê hatine guherandin bi hêzeke biçûk ku ew jî ser bi Şamê ve ne. Ew di nav bajêr de nagerin. Asayîş hîn bi otomobîlên xwe li kolanan tê dîtin û li baregehên demkî jî derdikevin holê.
Serhildêrî û berxwedan jî tê dîtin. Dema min ji Hogirê 28 salî yê xwediyê dikana telefonan pirsî: "Niha kî li vir desthilatdar e?", wî di bersivê de got: "Kurd" û got: "Hêzên hikûmeta navendî mêvan in."
Qamişlo wekî bajarekî tijî toz, xwelî û têl maye. Têlên tevlîhev ên karebayê kolan dagirtine. Karebaya niştimanî ne ewle ye û jeneratorên taybet tenê karebayeke sînordar dabîn dikin. Panelên enerjiya rojê jî bi awayekî berbiçav banên malan girtine.
Çend avahî di qonaxa çêkirinê de ne lê piraniya deverên din ên bajêr wisa xuya dikin ku li benda tiştekî ne û bêhna wan çikiyaye.
Paşeroj nezelal e
Menal Mihemed ku hesabgirekî 48 salî ye û bavê 3 zarokan e, piraniya jiyana xwe bi benda guherîna hikûmetan û başbûna jiyanê borandiye. Menal Mihemed di nav nivîsgeha xwe ya guherandina diravî de got: "Niha ewlehî heye lê paşeroj nezelal e. Em hemû tenê li benda wê yekê ne ka dê çi bibe."
Menal Mihemed beriya ku bi hejmar û bihayê diravî re bixebite li Balafirgeha Qamişloyê dixebitî. Bêserûberî û xirabiya birêvebirina daxwaznameyan a serdema rejîma Hafiz Esed di bîra wî de ye. Menal sala 1998an nasnameya xwe winda kiribû, 3 salan Ii dû ma heta ku derxistibû û efserên îstixbaratê lêpirsîn li gel kiribûn û jê pirsîbûn ku çima winda kiriye?
Îro, ew welatî kêm xema efserên îstixbaratê dixwe û zêdetir di xema wê de ye bê malbat çawa dijîn. Menal dibêje, dibe ku polîsek di nava mehekê de tenê 100-150 dolar wergire û amajeyê pê dike: "Her kesî li vir karê duyem heye, zeviyeke çandiniyê heye yan kesûkarekî wî li Ewropayê pereyan ji bo wî dişîne."
Her sê zarokên Menal ên ku di navbera 12 û 20 salî de ne li dibistana taybet in lê ne piştrast e bê ka Sûriyeya paşerojê dê çi paşerojekê pêşkêşî wan bike û dibêje: "Vî welatî ti serkirdeyek nîne."
Rexneyên wî welatî tenê li ser Şamê nînin û dibêje, salane 2500-3000 dolar wekî baca nivîsgeha guherandina diravî daye Rêvebiriya Xweser ku tenê xizmetguzariyeke kêm wergirtiye; her wiha dibêje, "Kurdan xeletî kir ku di 15 salên borî de serî li sosyalîzmê da."
Menal guman dike ku Ehmed Şer bikaribe mafên gelê Kurd dabîn bike, di demekê de ku hişmendiya neteweperest bi kûrî di burokrasiya Şamê de heye.
Mîrasa cudakariyê û tirsên heyî
Xelkê vî parçeyê Kurdistanê piştî 15 salên şer û zêdetirî nîv sedsalê ji siyaseta cudakariyê ku ji aliyê hikûmeta navendî ve bi ser wan de hatibû sepandin, fêrî berxwedanê bûne. Bi deh hezaran Kurd ji ber rêkarên ku sala 1962yan hatibûn girtin, nasname û belgeyên welatîbûnê ji wan hatibûn standin û ev yek di pratîkê de wan di nav civakê de wekî "nediyar" hiştibû. Bêyî nasnameyê, gelek kesan nedikarî zarokên xwe di dibistanê de tomar bikin û bigihêjin xizmetguzariyên tenduristiyê.
Wê dîrokê gumaneke kûr li hemberî desthilata hikûmeta navendî çandiye ku ev guman bertekeke siyasî bêhtir, mekanîzmayeke manê ye û di nav çend nifşan de form girtiye.
Ehmed Şer hinek gavên erênî avêtine lê avakirina baweriya Kurdan a bi Şamê demeke gelekî dirêjtir dixwaze.
Qamişlo bixwe aram e. Birêvebiriya Kurdan sekuler e û tekeziyeke zêde li ser beşdariya jinan a di jiyana rojane û birêvebirina herêmê de dike.
Tevî rewşa xirab a rêyan, bi awayekî balkêş dengê kornayan kêm e. Jin û mêr bi hêsanî li qehwehane û baran tev li hev dibin. Jiyana rojane gelek caran bi temamî asayî xuya dike heta ku kareba qut dibe.
Kêmasiya karebayê û çîroka gora fermandarekî
Hinekî dûrtir, li kêleka goristana Siryanan, 2 zilam mijûlî dabînkirina karebayê ne ji bo beşeke bajêr dema ku karebaya niştimanî qut dibe.
Xalid Sîxê ku bavê 3 zarokan e û Mihemed Merwan xwediyê jeneratora taybet a taxê ne ku karebayê ji bo nêzîkî 250 malî dabîn dike.
Dengê motorê gelekî bilind e. Du karmendên ciwan jeneratorê dixebitînin bi heqdestê nêzîkî 140 dolarî ji bo her yekî di mehekê de.
Xalid dibêje, ji bo dabînkirina di rojê de 8 demjimêrên karebayê, mehane pêdiviya wan bi nêzîkî 13 hezar lître mazotê heye. Di dema şerê meha Kanûna Paşîn de daxwaza li ser karebayê zêde bû çimkî bi deh hezaran koçberan berê xwe da Qamişloyê û piraniya wan li dibistanan man.
Niha koçber heta radeyeke mezin vegeriyane lê bazar hîn nevejiyaye. Mihemed di nav dengê jeneratoran de qîriya: "Jiyana me piştî lihevkirina meha Kanûna Paşîn xirabtar bûye."
Panelên enerjiya rojê hêdî hêdî cihê jeneratorên taybet digirin. Ew malbatên ku nikarin panelan bikirin, deyn dikin û gelek caran mehane nêzîkî 100 dolarî wekî teqsît didin.
Mihemed got: "Berê me 1300 amper dabîn dikirin lê niha em tenê 300 amperan dabîn dikin."
Di nav wan mişteriyên ku mayî de jî hejarî diyar e. Xalid got: "20 malbat bi zehmetî pereyê karebaya xwe didin, ew gelekî hejar in."
Di quncikekî jûra taybet a serpereştiya karê jeneratorê de tabloyek heye ku wêneyê fermandarekî bi navê Dijwar Kobanî tê de tê dîtin ku yek ji fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk bû.
Mihemed got: "Hevalekî baş bû" û behs kir ku wî wêneyê wî di wê derê de daniye da ku ew qurbaniyên ji bo parastina ewlehiya Rojavayê Kurdistanê hatine dayîn ji bîr nekin. Dijwar Kobanî di gel şervanekî din ê HSDyê di êrişeke dronî ya Tirkiyeyê de Tebaxa 2022yan de hatibû kuştin.
HSD û hêzên din ên ewlehiyê yên Rojavayê Kurdistanê zêdetirî 10 hezar şervanî di 15 salên şerê komên cuda de, di nav de DAIŞê jî, ji dest dan. Niha hêdî hêdî nîşana kêmbûna van hêzan dimîne çimkî tevlî saziyên ewlehiyê yên berfireh ên Sûriyeyê dibin ku di nav çend lîwayan de dibin.
Mirî hatine jibîrkirin
Li beramberî jeneratorê, Beşar Yaqûb George rojên xwe li cihekî bêdengtir derbas dike. Beşar sala 1978an ji dayîk bûye û nobedarê goristaneke Siryanan e. Beşar bejnbiilind e û xwedî rihekî dirêj e. Ew piraniya jiyana xwe di navbera goran de, bi cixarekişandinê û bi temaşekirina wan balindeyên li nava goristanê derbas dike.
Mirîşk û elokên Beşar li nava goristanê digerin. Ew dibêje: "Ez hêkên wan kom nakim, her yek ji wan li kêleka gorekê hêkê dike û dîtina wan zehmet e."
Dayîk, bav û birayekî wî ku di qezayeke otomobîlê de mirine, li vir hatine veşartin.
Goristan bi xwe çîrokeke din a li ser Qamişloyê vedibêje. Hejmara Xirîstiyanên bajêr bi Kildan, Ermen û Siryaniyan ve, piştî salên şer û koçberiyê kêm bûye. Hinek gor jî heta niha ber bi windabûnê ve diçin.
Beşar wê demê pereyan bi dest dixe ku malbat ji wî dixwazin gorekê çêbike û dibêje: "Lê gelek kes naxwazin goran çêbikin. Wan miriyên xwe ji bîr kirine."
Yek ji wan gorên ku Beşar ji bîr nekiriye, gora hevalekî wî yê nêzîk e bi navê Michael Shelmon ku endamê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bû û sala 2022yan di dema êrişa mezin a DAIŞê ya li ser girtîgeha Xiwêranê ya li Hisîçayê de hatibû kuştin.
Beşar li ser vê mijarê dibêje: "Şeva berî ku Michael biçe Xiwêranê, ez pê re bûm. Wî ji min re got, 'Heger ez di şer de hatim kuştin, min li vî cihî veşêre.'"
Beşar di wê baweriyê de ye ku Xirîstiyan di bin desthilata Kurdan de parastî dimînin û ew heyranê Fermandar Mezlûm Ebdî ye lê ew ditirse ku heger Şam desthilata xwe zêdetir berfireh bike dê çi bibe û dibêje: "Şêwaza bîrkirina wan ji wê dema ku hatine ser desthilatê ve neguheriye, hîn jî xwedî wê hişmendiya xwe ya tundrew in."
Ew tirs ji ber wan binpêkariyan zêdetir bûye ku hêzên hikûmeta navendî li hemberî pêkhateyên li herêmên Durzî û Elewiyan encam dane.
Rêxistina Sûriyeyî ji bo Rastî û Edaletê vê hefteyê di raporekê de ragihand, gotinên girtiyên hatine berdan û xizmên wan nîşan didin ku girtî rûbirûyê lêdan, heqaret û kuştinê dibin. Wan her wiha hişyarî da ku "amûrên tundiyê" yên Sûriyeyê ducare hatine avakirin.
Ji bo Beşar, nîqaşên siyasî yên li ser paşeroja Sûriyeyê li kêleka kêlên goran gelekî dûr xuya dikin. Min jê pirsî ku rojane hatina vir û derbaskirina demeke zêde bi miriyan re çawa ye? Wî got: "Ez bi miriyan re zêdetir hest bi aramiyê dikim wekî ji zindiyan."
Şofêrê taksiyê
Fewaz Diyabê 43 salî, rojên xwe li pişt dîreksiyona taksiyeke zer a çêkirî ya Îranê derbas dike. Otomobîl bê sarker e, di germahiya 40 pileyî ya Qamişloyê de, hundirê wê wekî saunayê ye.
Fewaz beriya çend salan otomobîla xwe bi nêzîkî 5000 dolarî kirî. Otomobîla Îranî bi xwe paşmayê serdema Esed e, dema ku bandorên aborî û siyasî yên Tehranê hemû quncikên Sûriyeyê girtibû. Otomobîla Saypayê ku ji bo Sûriyeyê tê hinartin, li Îranê bi navê "erebeya mirinê" tê naskirin, ji ber kalîteya wê ya nizm û rêjeya zêde ya qurbaniyan a di qezayan de.
Lê Fewaz wextê wî ji bo jeopolîtîkê nîne. Divê ew welatî 5 zarokan xwedî bike. Dema ku em di nav bajêr re diçin, ew dibêje: "Demeke dirêj e mafên xelkê hatine binpêkirin. Ez sond dixwim, îro ez ji malê derketim û pere di malê de tunebûn."
Gotinên wî welatî nîşaneya dilgiraniyên Qamişloyê ne, 6 meh piştî bidawîhatina şer. Ewlehî heye, bazgeh bêdengtir in, dronên Tirkiyeyê êdî fermandarên Kurd nakin armanc. Şam û desthilata Kurdî li şûna şer, li ser maseya dan û standinê dicivin. Fewaz got: "Em hêviya ya herî baş dikin û em ji Xwedê dixwazin ku alîkarê me be."
Lê aştî hîn xweşguzeranî peyda nekiriye. Ciwan berdewam dikin ku herin derveyî welêt. Vê dawiyê, rayedarên Silêmaniyê yên li Herêma Kurdistanê grûpeke ciwanên Kurd ên Kobanî û Helebê desteser kir ku bêyî belgename ji Îranê diçûn Herêma Kurdistanê.
Di nav wan de Ebdo Ehmedê 17 salî hebû ku got wî zêrên dayîka xwe firotine ji bo dabînkirina xercî yên geşta xwe da ku karibe karekî peyda bike. Ew welatî ji aliyê polîsê Silêmaniyê ve hat desteserkirin û ji Sêmalkayê hat dersînorkirin.
Ebdo û yên din ji Kobaniyê çûbûn Şamê û paşê bi balafirê ji bo Dubaiyê, ji Dubaiyê ji bo Îranê û pişt re ji bo Herêma Kurdistanê. Ebdo got: "Hema ku ez gihîştim Kobaniyê, ez dê planekê ji bo geşteke din deynim. Gelek ciwan ji vir diçin çimkî kar nîne."
Li aliyê din, Mezlûm Ebdî, kesayetiyê diyar ê siyaseta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ku bi salan fermandariya bi dehan hezar şervanên HSDyê di şerê li dijî DAIŞê de dikir, li ser derfeta gihîştina agirbesteke mayînde ya bi Şamê re geşbîn e.
Mezlûm Ebdî pesnê ciwanên Kurd da ji bo hildana çekan û parastina axa wan a bi salan lê ew di wê baweriyê de ye ku dema şer bi dawî bûye. Mezlûm Ebdî di hevpeyvîneke bi Dilbixwîn Dara re di Tora Medyayî ya Rûdawê de ku li nêzîkî Hisîçayê hatibû kirin got, "Her çi ji bo gelê me baş be, ez dê wê bikim."
Mezlûm Ebdî li xwe mikur hat ku rayedarên Kurd di 15 salên birêvebirina herêmê de xeletî kirine.
Mezlûm Ebdî ew nêrîn red kir ku qaşo Amerîka û welatên Ewropayê di dema şerê destpêka îsal de îxanet li Kurdên Rojavayê Kurdistanê kiriye û got, Washington ji destpêkê ve zelal bû ku erkê wê li Rojavayê Kurdistanê li ser şerê terorê hatiye komkirin. Ew fermandar hinekî bêdeng ma û paşê bi aramî got: "Min hêvî dikir ku wan zêdetir bikira."
Ew Amerîkayiyên ku di sektora petrolê de dixebitin, ji aliyê hikûmeta navendî ve girêbest bi wan re hatine kirin ji bo derxistina samana herêmê. Gelek ji wan kesên ku li Qamişlo û herêmê mane jî hest dikin ku ji bilî libendemanê ti bijardeyên wan nînin.
Li Sûriyeyê yan feqîr hene yan jî dewlemend
Li nivîsgeha guhertina diravan, Menal hinekî geşbîntir e û dibêje: "Di Sûriyeya îro de, du cureyên xelkê te hene, feqîr û dewlemend, hema bêje kes di navbera wan de nîne."
Paşê Menal got: "Em wekî Kurd di dîroka xwe de me gelek tişt dîtine. Ev serdem jî dê derbas bibe." Ew welatiyê westiyayî hinekî bêdeng ma û paşê got: "Ez hêvîdar im em sûdê ji xeletiyên xwe wergirin."



