Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bêrecûkê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê du otomobîlan li hev xist. Di vê qezayê de 3 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.
Bûyer derengê şeva borî li ser rêya Riha û Bêrecûkê qewimî.
Otomobîla ku ajokarê wê Salîh Akgoz (49) bû û otomobîla ku ajokarê Mehmet Korkmaz (19) bû li hev xist.
Li ser agahdarkirina xelkê derdorê tîmên tenduristiyê, cendirme û tîmên parastinê yên sivîl çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê diyar kir ku rêwiyên bi navê Yasîn Korkmaz (18) û Huseyîn Korkmaz (19) li cihê bûyerê mirine.
Ajokar Mehmet Korkmaz û Salîh Akgoz û rêwiyê bi navê Mehmet Korkmaz (18), bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bêrecûkê.
Lê Mehmet Korkmaz nehat rizgarkirin û li nexweşxaneyê mir.
Hat zanîn ku dermankirina her du birîndarên din a li nexweşxaneyê berdewam dike.


