Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê ciwanekî 19 salî bi kêrê zilamekî 44 salî kuşt.
Doh li avahiyeke li navenda bajêr di navbera E.T.yê 19 salî û Ramazan Ş.yê 44 salî de ji ber sedemeke ne diyar pevçûn derket.
E.T. di pevçûnê de bi kêrê Ramazan Ş. kuşt û M.T.yê 44 salî yê ku dixwest wan ji hev veqetîne ji destê xwe birîndar bû.
E.T. piştî pevçûnê ji cihê bûyerê reviya.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîman piştî lêkolîna li cihê bûyerê termê Ramazan Ş. veguhast mirîxaneya Saziya Bijîşkiya Dadî ya Erziromê.
Hêzên ewlehiyê ji bo desteserkirina gumanbar E.T. dest bi xebatan kir.


