Hewlêr (Rûdaw) - Li Bedlîsê û 6 parêzgehên din di operasyona li dijî faîzê (selefxurî) de 32 kes hatin desteserkirin.
Bi biryara dadgehê ji wan kesan 25 kes hatin girtin.
Parêzgariya Bedlîsê li ser mijarê daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniyê, tîmên Şaxa Qaçaxçîtî û Sûcên Organîze ya Birêvebiriya Ewlehiyê ya Bedlîsê ji bo rêgirtina li ber faîzê dest bi xebatê kir.
Li 7 parêzgehan operasyon
Bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Tetwanê ji bo desteserkirina 36 kesan operasyon hat lidarxistin.
Operasyon bi navenda Bedlîsê li Mûş, Wan, Êlih, Mêrsîn, Antalya û Muglayê bi awayekî hemwext hat kirin.
Polîsan di operasyonê de 32 kes desteser kirin.
Xebatên ji bo desteserkirina 4 kesên din jî didomin.
25 kes hatin girtin
Kar û barên îfadeyê yên 32 kesan li Birêvebiriya Ewlehiyê bi dawî bûn.
2 kes piştî îfadeyê hatin berdan û 30 kes jî şandin dadgehê.
Dadgehê li ser 25 kesan biryara girtinê da û ew hatin girtin.
5 kes jî bi şertê kontrola dadî hatin berdan.
Her wiha polîsan di operasyonê de dest danî ser 155 çek, 3 bono, 11 senet û gelek peymanan.


