Hewlêr (Rûdaw) - Dunya Mihemediya 20 salî vê sibehê li Girtîgeha Navendî ya Îlama Rojhilatê Kurdistanê hat bidarvekirin.
Dunya Mihemedî beriya du salan, gava ku 18 salî bû bi tohmeta kuştina pismamê xwe hatibû girtin.
Li gorî agahiyên ku rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê dane, cezayê Dunyayê vê sibehê hatiye bicihanîn.
Dunya Mihemedî ji bajarê Îwanê yê parêzgeha Îlamê bû.
Li gorî raporan, pismamê Dunyayê beriya du salan çûye xwazgîniya wê lê Dunyayê nexwestiye wî bike.
Hat angaştkirin ku Dunyayê pismamê xwe bi “hebên birinc” jehrî kiriye û ji ber vê yekê pismamê wê miriye.
Hêzên ewlehiyê yên Îranê, beriya du salan gava ku Dunya Mihemedî 18 salî bû ew bi tohmeta "kuştina bi zanebûn" girtibû.
Saziya dadweriyê ya Îranê pişt re cezayê sêdarê li wê birîbû.
Cezayê wê vê sibehê li Girtîgeha Navendî ya Îlamê hat bicihanîn û ew hat daleqandin.



