کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt / Wêne: Baregeha Barzanî

Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt / Wêne: Baregeha Barzanî

Kurdistan

Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

20-08-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran20-08-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser daxwaza Kardînalê Kildanan Louis Sako û wekî rêzekê ji bo rola wî ya dîrokî û mirovî "Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê" dan Serok Mesûd Barzanî.

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî Kardînal Louis Sako ku Kardînalê Fexrî yê Kildanan e, qedr û qîmeteke mezin da rola Serok Barzanî ya di kûrkirina nirxên bihevrejiyanê, mirovî û çespandina aramiyê de.

Serok Mesûd Barzanî li Hewlêrê Louis Sako pêşwazî kir.

Louis Sako spasiya Serok Barzanî kir û got, "Hûn her tim ji bo parastina pêkhateya Xiristiyan û hemû pêkhateyên din ên dînî û neteweyî wekî sîwanekê bûn."

Baregeha Barzanî da zanîn ku dayîna vê nîşanê li ser daxwaza Louis Sako ya ji Papayê Vatîkanê bûye.

Sako diyar kiriye ku wî ji ber wê "rola dîrokî û mirovî" ya Serok Barzanî û wekî nîşana rêzgirtina li hewlên wî yên ji bo aştiyê, ji Papayê Vatîkanê xwestiye ku vê nîşanê bide Serok Barzanî.

Serok Mesûd Barzanî spasiya Papayê Vatîkanê û Kardînal Sako kir û ragihand:

"Ji bo gelê Kurdistanê şanaziyeke mezin e ku xwediyê çandeke dewlemend a bihevrejiyan e."

Serok Barzanî tekezî li ser parastina biratiya di navbera pêkhateyan de kir û eşkere kir ku li Herêma Kurdistanê "tevger û kiryarên mirovan asta nirxandina wan diyar dikin, ne bîr û bawerî û nasnameya wan a dînî."

Pirsên