Wan (Rûdaw) - Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, Weqfa Mezopotamyayê 5 roj in bi beşdariya 12 zimannas û pisporên ji her çar parçeyên Kurdistanê, dest bi amadekirina ferhenga aboriyê ya Kurdî kiriye.
Armanca vê projeyê komkirin û birêxistina têgehên aborî ye ku ji bo lêkoler û xebatkarên medyayê bibe çavkaniyeke zanistî.
Koordînatorê ferhenga aboriyê ya Kurdî Dr. Ubeydullah Platîn li ser ferhengê ji Rûdawê re axivî û got:
“Me destpêkê nêzîkî 4 hezar peyvên sereke diyar kiribûn lê îhtimal heye ku çend sed peyvên din jî lê zêde bibin.
Em dê nêzîkî 15 mehên din xebatên xwe bi dawî bikin ku ji bo sererastkirinê werin şandin.”
Sê birayên ji Başûrê Kurdistanê beşdar in
Di nav pisporan de 3 birayên ji malbata Ebdulezîzan a ji Başûrê Kurdistanê bi pisporiyên cuda beşdar in.
Yek ji wan pêşkêşkarê aboriyê yê Tora Medyayî ya Rûdawê Bextyar Ebdulezîz e.
Bextyar Ebdulaziz diyar kir ku amadekirina vê ferhengê xizmeteke neteweyî ye û got:
“Amadekirina vê ferhengê li her çar parçeyên Kurdistanê û diyasporayê xizmeteke neteweyî ye û ez bi beşdariya xwe serbilind im.
Hevalên min ên li Rûdawê her tim piştgiriya projeyên di berjewendiya giştî û neteweyî de dikin.”
Aborînas Dr. Kawe Ebdulezîz destnîşan kir ku beşdariya her sê birayan a di warên aboriya akademîk, medyaya aborî û zimannasiyê de dê dewlemendiyeke baş bide xebatê.
Her wiha zimannas û xebatkarê medyayê Diyar Ebdulezîz tekez kir ku ew bi tecrubeya xwe ya 15 salan a di warê zimannasiyê de hewl dide xizmeta birêxistina têgehan bike.
Weqfa Mezopotamyayê saziyeke akademîk û xwebexş e û heta niha bi sedan pirtûk û ferheng çap kirine.
Amadekirina ferhenga aboriyê wekî yek ji projeyên herî mezin ên weqfê tê dîtin ku niha xebat li ser tên kirin.

.webp&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)