Hewlêr (Rûdaw) - Di qezaya trafîkê ya li ser rêya Kerkûk-Tîkrîtê de, 5 kesên ji malbatekê mirin û keçeke piçûk jî bi giranî birîndar bû.
Di nava kesên ku mirî de, pisporê nexweşiyên hundirîn û mamosteyê Zanîngeha Tîkrîtê Dr. Zeydan Caîd jî hene.
Otomobîl û barhilgira çîmentoyê li hev qelibîn
Qezaya giran a trafîkê li sînorê nahiyeya Reşad a li başûrê bajarê Kerkûkê rû da.
Berpirsê Ragihandinê yê Birêvebirya Tenduristiyê ya Selahedînê Omer Uceylî ji Rûdawê eşkere kir ku qeza di ji ber lihevqelibîna otomobîlekê û barhilgireke barkirî ya çîmentoyê de pêk hatiye.
Tenê keçeke piçûk filitî
Omer Uceylî diyar kir ku 5 kesên ji heman malbatê yên di nav otomobîlê de bûn, di cihê qezayê de mirine.
Uceylî da zanîn ku di nava kesên mirî de Dr. Zeydan Caîd ê mamosteyê Zanîngeha Tîkrîtê jî heye.
Wî destnîşan kir ku ji malbatê tenê keçeke piçûk a 6 salî ji qezayê filitiye lê ew jî bi giranî birîndar bûye.
Hat diyarkirin ku zaroka birîndar ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyeke Kerkûkê.
Cenaze birin Tîkrîtê
Piştî qezayê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Cenazeyê wan 5 kesan, ji bo rêkarên pêwîst birin Saziya Pizîşkiya Dadî ya Tîkrîtê.
Rêya Kerkûk-Tîkrîtê wekî "Rêya Mirinê" tê naskirin
Rêya di navbera Kerkûk û Tîkrîtê de ku bi qezayên xwe yên giran tê naskirin, di nav xelkê de wekî "Rêya Mirinê" jî tê binavkirin.
Tenê di nav 3 salên dawî de 160 kesan li ser vê rêyê di qezayan de canê xwe ji dest daye.
Herî dawî, Parêzgarê Selahedînê Heysem Zehwan hişyarî da bû ku eger ev rê neyê çakkirin û ewletir nebe, ew dê çûnûhatina li ser rê rawestînin.

