Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Eyûbiyeyê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, dareke zeytûnê ya bi navê “Cûdî” 1300 sal in zeytûnan dide.
Dara zeytûnê ya bi navê "Cûdî" li ser girekî bilind ê li deşta gundekî navçeya Eyûbiyeyê ye.
Ev dar sala 2007an ji aliyê Komîsyona Herêmî ya Parastina Nirxên Xwezayî ya Rihayê ve hat tomarkirin.
Tê texmînkirin ku Dara Cûdiyê 1332 salî ye.
Ev dara dîrokî her sal nêzîkî 50 kîlo zeytûnan dide.
Şêniyê gund Osman Kiliç diyar kir ku dara Cûdiyê ji bav û kalan ji wan re mîrat maye.
Osman Kiliç da zanîn ku ew bi salan e di bin siya darê de bêhna xwe vedidin.
"Ev der ji bo me remzek e"
Şêniyê gund Osman Kiliç li ser dara dîrokî got:
“Bi salan e ev dara zeytûnê li vê derê ye. Me dît, bav û kalên me jî dîtine.
Ev der ji bo me remzek e. Em bi salan e li vê derê lê xwedî derdikevin.
Ji ber ku zeytûnan dide em û xelkê me jî jê dixwin.”




