Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo wergirtina nîşana bilind a Papayê Vatîkanê peyameke pîrozbahiyê ji bo Serok Mesûd Barzanî şand.
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirtibû.
Li ser daxwaza Kardînalê Kildanan Louis Sako û wekî rêzekê ji bo rola wî ya dîrokî û mirovî "Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê" dan Serok Mesûd Barzanî.
Nêçîrvan Barzanî: Ev rûmet cihê şanaziyê ye
Serokê Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de amaje bi giringiya vê nîşanê kir û ragihand ku dayîna vê nîşana bilind nasîna rola berbiçav a Serok Barzanî ya ji bo parastina mafên pêkhateyan a li Kurdistan û Îraqê ye û got:
“Ev rûmet ji bo Herêma Kurdistanê cihê şanaziyê ye.
Her wiha ev nîşan qadirdayîna ji bo çanda bihevrejiyanê, hevpejirandin û lêborîna civaka Kurdistanê ye.”
Nêçîrvan Barzanî her wiha anî zimên ku gelê Kurdistanê her tim bi parastina nirxên mirovî pêbend e.
“Kurdistan dê her dem aram bimîne”
Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê dê her dem wekî niştimaneke aram a ji bo hemû pêkhateyan bimîne û li ser giringiya parastina mafan anî zimên:
“Herêma Kurdistanê ji bo parastina pirrengî, maf û azadiyên her kesî û ji bo xurtkirina nirxên aştiyê û rêzgirtina dualî amade ye.”



