کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Ji bo 49 gerîlayên PKKyê şîn hat danîn / Wêne: ANF

Ji bo 49 gerîlayên PKKyê şîn hat danîn / Wêne: ANF

Kurdistan

AMED - Ji bo 49 gerîlayên PKKyê şîn hat danîn: Tuncer Bakirhan jî beşdar bû

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

22-08-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran22-08-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, ji bo 49 gerîlayên PKKyê yên ku di demên cuda de di şer û pevçûnan de canê xwe ji dest dabû şîn hat danîn.

Hevserokê Giştî yê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan jî beşdarî şînê bû.

Roja Înê li Parka Koşuyoluyê ya navçeya Rezanê ya Amedê merasîmek hat lidarxistin.

Merasîm bi pêşengiya Komeleya Yekîtî, Çand, Piştgirî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) hat organîzekirin.

Şîn ji bo 49 gerîlayên PKKyê yên ku di demên cuda de di şerê bi artêşa Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye, hat danîn.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan beşdarî merasîmê bû û sersaxî ji malbatên wan re xwest.

Li gel Bakirhan, Serokwekîla Koma DEM Partiyê û Parlamentera Qersê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Parlamentera Amedê Adalet Kaya jî beşdar bûn.

Şîn dê 3 rojan berdewam bike

Hat ragihandin ku şîn dê 3 rojan berdewam bike û tê çaverêkirin ku hejmareke zêde ya xelkê biçin serdana malbatan.

MEBYA-DER saziyeke civaka sivîl e ku li Bakurê Kurdistanê ji bo piştgiriya malbatên kesên di şer de canê xwe ji dest daye xebatan dimeşîne.

Komeleyê berê jî li bajarên wekî Amed û Mêrdînê merasîmên bi vî rengî li dar xistibûn.

Ev merasîma şînê ya ji bo 49 gerîlayan di demekê de ye ku pêvajoya çareseriyê gihîştiye qonaxa bicihanîna "Yasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî".

Ev yasa bingeha hiqûqî ya ji bo çekdanîn û vegera gerîlayên PKKyê ya nav jiyana sivîl misoger dike.

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Pirsên