Hewlêr (Rûdaw) - Tê îdiakirin ku di nav şaredariyên di bin birêvebiriya DEM Partiyê de dê nêzîkî 25 hevserok ji kar werin dûrxistin.
Berî niha Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun neçar mabû ku dest ji erkê xwe berde.
Dogan Hatun ragihandibû ku wî di çarçoveya "pênaseya vekişînê" de îstifa kiriye.
Li gorî îdiayan, lêpirsîn li ser şaredariyên di destê DEM Partiyê de tên kirin û gumanên gendeliyê û birêvebirên ku erkê xwe bi cih neanîne tên şopandin.
Rojnameger Mahmut Bozarslan diyar kir, dibe ku dûrxistin di şaredariyên DEM Partiyê de berdewam bike û got:
"Li gorî ku min bihîstiye, operasyona DEM Partiyê ya li ser şaredariyan berdewam dike û tê gotin ku dê li derdora 25 hevserokên din ji kar werin dûrxistin. Ev niha îdia ye."
Di nûçeya malpera Diyarbakır Son Dakikayê de hat ragihandin ku 4 hevserokên şaredariyan ên DEM Partiyê ji kar hatine dûrxistin.
Hat destnîşankirin ku ev pêşhat ji aliyê hin derdoran ve wekî surprîz tê dîtin lê demeke dirêj e ku îdiayên cuda li ser şaredariyan dihatin axaftin.
Tê îdiakirin ku rewşa dûrxistina ji kar dê di nav 1-2 mehan de çêbibe.
Di nav partiyê de jî tê diyarkirin ku ev rewş "tedbîreke" demkî û "sekinandina kar" e.
"Dibe ku ben her kêlî biqete"
Mahmut Bozarslan diyar kir ku ew dixwaze lêpirsînên li ser hevserokên hatine dûrxistin bi encam bibin û yên bêguneh bêne paqijkirin.
Wî her wiha bertek nîşanî birêvebiriya şaredariyan da û anî ziman:
"Mafê me nîne ku em vê li vê civakê û li evî gelî bikin.
Ev gelê ku bi bedelên ew qas giran hûn li wir dane rûniştin, ne hêjayî van tiştan e."
Bozarslan hişyarî da ku tiştên diqewimin dibe ku îro ji serokên şaredariyan û sibe jî di sindoqê de bi fatûreyeke mezintir a siyasî were pirsîn.
Wî da zanîn ku hêviya di civakê de gav bi gav lawaz dibe û got:
"Hêvî bi benekî pemboyî ve girêdayiye. Dibe ku ben her kêlî biqete."
DEM Partiyê îdia red kirin
Alîkarê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê yê Berpirsê Komîteya Birêvebiriyên Herêmî yên Demokratîk Mehmet Ruştu Tiryakî li ser îdiayan ji rojnameya BîrGunê re axivî û diyar kir ku rojeveke wisa ya partiyê nîne.
Tiryaki da zanîn ku îdiayên hatine belavkirin armanca wan manîpulasyon e û got:
"Ne ku 25, em li ser hevserokekî xwe jî lêpirsînê nakin."
Lê belê rojnameger Bozarslan anî ziman ku ew li paş nûçeya xwe ye û baweriya wî bi çavkaniyên wî heye.
Gelo mesele tenê gendelî ye?
Di nav îdiayan de heye ku dûrxistin ne tenê ji ber "birêvebirina xirab", "karnekirina bi berhem" û "gendeliyê" ye, di heman demê de pêwendiya wê bi pêvajoyê re jî heye.
Di nav derdorên partiyê de demeke dirêj e nîqaş têne kirin ku ev pêvajo ji aliyê hin kesan ve bi awayekî têrker nehatiye xwedîderketin, ji gel re nehatiye ravekirin û bi dudilî nêzîkî wê bûne.
Di nav DEM Partiyê de gelek caran rexneyên eşkere têne kirin ku pêvajo bi awayekî têrker nehatiye civakîkirin.
Dogan Hatun jî gava ragihandibû ku wî di çarçoveya "pênaseya vekişînê" de îstifa kiriye, amaje bi konferansa birêvebiriyên herêmî ya DEM Partiyê kiribû.
Hatun destnîşan kiribû ku "nirxandinên bi vî rengî hatine kirin ku mafê erk û berpirsyariyên hatine girtin nehatiye dayîn."
Hatun anîbû zimann "Van nirxandinan wiha kiriye ku em bi awayekî wêrektir, dilsoztir û kûrtir xwe lêpirsîn bikin."



