Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê termê welatiyê winda piştî lêgerîna du rojan hat dîtin.
Birêvebirê Giştî yê Heyva Sor a Parêzgeha Îlamê Hemze Mihemedî Muqedem ragihand ku welatiyekî 46 salî sibeha înê li parêzgeha Îlamê winda bûye.
Hemze Mihemedî Muqedem diyar kir ku tîmên wan di vê demê de ji bo dîtina wî bêrawestan dixebitîn.
Hemze Mihemedî Muqedem da zanîn ku doh termê welatiyê 46 salî li devera Belyeynê ya parêzgeha Îlamê hatiye dîtin.
Birêvebirê Giştî yê Heyva Sor a parêzgehê eşkere kir ku piştî dîtina termê wî, eşkere bûye ku ew welatî ji bilindahiyê ketiye û paşê ji ber giraniya birînên xwe canê xwe ji dest daye.
Gundê Belyeynê girêdayî navenda parêzgeha Îlamê ve ye û li herêmeke çiyayî ye.
Li gorî Navenda Amaran a Îranê, nifûsa gund nêzikî 150 kesî ye û hemû Kurd in.



