Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê HSDyê Ferhad Şamî ragihand, daxuyaniyên ku xistine stûyê Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Sîpan Hemo yên li ser Îsraîlê û pêvajoya entegrasyona HSDyê ne rast in.
Di nûçeya rojnameya Turkiyeyê ya bi îmzeya rojnameger Yilmaz Bîlgen de hatibû îdiakirin ku yek ji fermandarên HSDyê û Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Sîpan Hemo (Semîr Oso) li ser pêvajoya tevlîbûna hêzên Kurdan a artêşa Sûriyeyê di warê leşkerî, ewlehî û îdarî de nirxandin kirine.
Di nûçeyê de hatibû îdiakirin ku tevlîbûna hêzên Kurdan a artêşa Sûriyeyê "Îsraîl aciz kiriye" û hatibû îdiakirin ku Hemo gotiye, "Navendên ku hesabên wan ên herêmî xera bûne, di serî de Îsraîl, dê vala nesekinin."
Di nûçeyê de her wiha hatibû îdiakirin ku Hemo gotiye, aktorên ku dixwazin aramiya herêmê xera bikin dikarin dest bi hewldanên nû bikin û divê bi wergirtina dersê ya ji xeletiyan paşeroja Sûriyeyê li ser bingeha "aştî û biratiyê" were avakirin.
Hatibû îdiakirin ku Hemo her wiha gotiye birêvebiriya Şamê û Enqereyê di pêvajoya tevlîbûnê de "wêrek û jidil" tevdigerin û HSDyê jî bi heman awayî bersiv daye.
HSDyê derewand
Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî diyar kir ku Sîpan Hemo daxuyaniyên bi vî rengî nedane û nûçe derewand.
Şamî da zanîn ku wî bi xwe bi Hemo re hevdîtin kiriye û Hemo ji wî re gotiye ku daxuyaniyên di rojnameya Turkiyeyê de yên li ser rola Îsraîlê û pêvajoya entegrasyona HSDyê ku xistine stûyê wî ne rast in.
Li gorî gotina Şamî, Hemo diyar kiriye ku wî daxuyaniyên bi vî rengî nedane û nêrînên ku xistine stûyê wî neanîne zimên.
Hemo her wiha gotiye ku belavkirina van gotinan di vê serdema hestyar a herêmê de ne tesaduf e û tekez kiriye ku daxuyaniyên ku dixin stûyê wî heta ku bi deng û vîdeoyê neyên piştrastkirin divê wekî rast neyên qebûlkirin.
Bi vî awayî birêvebiriya HSDyê eşkere kir ku gotinên li ser Îsraîlê û pêvajoya entegrasyonê yên ku xistine stûyê Hemo ne yên wî ne.
Daxuyaniya Şamî wiha ye:
"Li ser daxuyaniyên ku rojnameya Turkiyeyê li ser rola Îsraîlê û pêvajoya entegrasyona di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û dewleta Sûriyeyê de xistine stûyê wî, min bi xwe bi Fermandarê Herêma Rojhilat Fermandar Semîr Oso re hevdîtin kir.
Oso piştrast kir ku gotinên ku ji aliyê rojnameyê ve hatine belavkirin û xistine stûyê wî ne rast in, wî daxuyaniyên bi vî rengî nedane û nêrînên ku xistine stûyê wî neanîne zimên.
Oso diyar kir ku belavkirina van gotinan tam di vê serdema hestyar a dîroka herêmê de ne tesaduf e û rojnameyê bi zanebûn xwestiye wan belav bike.
Oso her wiha tekez kir ku her daxuyaniyeke ku dixin stûyê wî heta ku bi deng û vîdeoyê neyê belgekirin divê wekî rast neyê qebûlkirin."


