Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Kerkûkê 1 milyon dînar (nêzikî 650 dolar) ceza da cotkarê Kurd Mihemed Emîn.
Sala borî leşkerekî Îraqê bi şala wî girtibû û hewl dabû wî bixeniqîne. Dîmenên wê bûyerê gelekî deng dabû.
Mihemed Emînê ku îro derket pêşberî dadger ji Rûdawê re qala darizandina xwe kir.
Mihemed Emîn got, "Vê sibehê li Dadgeha Kerkûkê darizandina min hebû.
Ew darizandin li ser giliyên Fermandariya Operasyonên Kerkûkê û leşkerê bi navê Kerar Şakir bû ku wî hewl dabû min bixeniqîne."
1 Milyon dînar ceza
Mihemed Emîn li ser biryara dadgehê ev agahî dan:
"Di giliyê yekem de ku giliyê leşker e, dadgehê ez sûcdar dîtim û cezayê milyonek dînarî da min."
Cotkarê Kurd destnîşan kir ku ew niha li benda biryara giliyê duyem e. Ev gilî jî ji aliyê Fermandariya Operasyonan ve li wî hatiye kirin.
Mihemed Emîn Adara 2025an bi kefaleta 2 milyon dînarî hatibû berdan.
Ew û leşkerê Îraqî li hemberî hev gilî kiribû.
Çi bûbû
Sala borî li gundê Şenaxeyê yê Kerkûkê li ser zeviyên çandiniyê alozî derketibû.
Di wê aloziyê de leşkerekî Îraqî bi tundî şala gerdena Mihemed Emîn kişandibû û hewl dabû wî bixeniqîne.
Dîmenên vê bûyerê hatibûn belavkirin û rastî gelek bertekan hatibû.
Pirsgirêka zeviyan a li Kerkûkê
Koka vê pirsgirêkê digihîje zeviyên çandiniyê yên li Kerkûkê.
Parlamentoya Îraqê 21ê Kanûna Paşîn a 2025an projeyasaya vegerandina zeviyan a ji bo xwediyên wan pesend kir.
Lê heta niha jî rêkarên bicihanîna yasayê dest pê nekiriye.
Artêşa Îraqê jî vê yekê wekî hincet bi kar tîne û nahêle cotkarên Kurd zeviyên xwe bajon.
Ev yasa pêwendîdarî zêdetirî 300 hezar donim zeviyên cotkarên Kurd û Tirkmen e.
Ew zevî li Kerkûkê û herêmên Kurdistanî yên cihê nakok in.
Zeviyên navborî serdema rejîma berê bi biryarên "Encûmena Serkirdatiya Şoreşê" ji destê wan hatibûn derxistin û dagirkirin.


