Hewlêr (Rûdaw) - Cezayê bidarvekirinê yê girtiyekî Kurd ê bi navê Erdelan Sebzî li Girtîgeha Navendî ya Makûyê hat bicihanîn.
Erdelan Sebzî xelkê bajarê Makûyê yê Rojhilatê Kurdistanê bû.
Ev girtiyê Kurd beriya niha bi tohmeta "kuştina bi zanebûn" hatibû desteserkirin.
Dezgeha Dadweriyê ya Îranê bi wê tohmetê cezayê bidarvekirinê dabû wî.
Beriya 4 salan hatibû desteserkirin
Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, cezayê sêdarê yê Erdelan Sebzî berê sibeha îro hatiye bicihanîn.
Çavkaniyên Hengawê ragihand ku Erdelan Sebzî nêzîkî 4 sal berê bi tohmeta "kuştina bi zanebûn" hatiye desteserkirin.
Bidarvekirina wî girtiyê Kurd ji aliyê medyaya fermî ya Îranê ve nehatiye ragihandin.
Her wiha ji aliyê saziyên girêdayî Dezgeha Dadweriyê ya Îranê ve jî li ser vê mijarê ti daxuyanî nehatine dayîn.



