Hewlêr (Rûdaw) - Xwendekara Beşa Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Kobaniyê Sîlvan Elî Koçer piştî ku vegeriya bajarê xwe Efrînê bû xwendina wê di nivî de maye.
Li Efrînê ji ber cudahiya bernameyên xwendinê krîza perwerdeyê derketiye holê.
Bi hezaran xwendekarên Kurd ên ku ji koçberiyê vegeriyane Efrînê, bê xwendin mane.
Her wiha 4 hezar mamosteyên Birêvebiriya Xweser jî niha li Efrînê bêkar in.
Îsal 8 karwanên koçberên Efrînê yên ku li Cizîr û Kobaniyê diman, vegeriyan cih û warên xwe.
Zarokên wan malbatan bi salan li gorî bernameyên xwendinê yên Birêvebiriya Xweser dixwendin.
Lê belê niha li Efrînê tenê bernameyê xwendinê yê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê heye.
Ji ber vê rewşê, bi hezaran xwendekarên Kurd niha nikarin biçin dibistanan û bê xwendin mane.
Heta niha Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê ji bo pirsgirêka xwendekarên Efrînî ti çareserî nedîtiye.
Xwendekar û malbatên wan li bendê ne ku Wezareta Perwerdeyê di demeke nêzîk de pirsgirêka wan çareser bike.
"Xwendina min di nîvî de ma"
Sîlvan Elî Koçera xwendekara Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Kobaniyê bû jî jî vegeriyaye Efrînê.
Sîlvan Elî Koçerê li ser vê rewşê ji Rûdawê re axivî.
Wê eşkere kir ku ew ev 8 meh in li Efrînê ye û nikare xwendina xwe bidomîne û got:
"Xwendina min di nîvî de ma. Li Efrînê xwendin bi zimanê Erebî ye.
Me berê bi zimanê dayîkê û bi Kurdî xwendibû. Niha veguhertina zimanê Erebî, ji bo me pir zehmet e.
Tenê ez nînim. Zêdetirî 20 hezar xwendekarên li Efrîn, Şehba û Helebê di vê rewşê de ne. Em naxwazin paşeroja me winda bibe."
Daxwaza çareseriyê ji wezaretê
Xwendekar û malbatên wan bangî Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê dikin.
Ew dixwazin ku dîplomayên wan û salên wan ên xwendinê bi awayekî fermî werin naskirin.
Her wiha ew dixwazin ku astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî werin rakirin da ku paşeroja hezaran ciwanan zererê nebîne.
Hewldanên ji bo çareserkirina vê pirsgirêka Kurdan a di warê perwerdeyê de di navbera aliyên pêwendîdar de didomin.
Lê heta niha xwendekar li benda bersiveke eşkere ne.
Malbatên xwendekaran diyar dikin ku heke çareseriyek neyê dîtin dê nifşek bi temamî ji zanist û xwendinê dûr bikeve.
.jpg&w=3840&q=75)

