Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tetwanê ya parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê zarokeke 4 salî di Gola Wanê de xeniqî.
Li gorî agahiyan, zaroka bi navê Yagmur Sariçaga ya 4 salî, bi malbata xwe re ji parêzgeha Sêrtê ji bo seyranê çûbû peravên Gola Wanê.
Yagmur li nêzîkî Taxa Kelehê ya Tetwanê ket Gola Wanê û di demeke kurt de di nav avê de winda bû.
Xelkê derdorê rewş dît û bi lez aliyên pêwendîdar agahdar kirin.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Yagmur ji aliyê xelkê ve ji golê hat derxistin.
Tîmên tenduristiyê piştî midaxeleya destpêkê, zaroka 4 salî veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê.
Lê belê Yagmur tevî hemû midaxeleyên li nexweşxaneyê jî mir.
.jpg&w=3840&q=75)


