Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Îslahiyeyê ya Dîloka Bakurê Kurdistanê kesê ku ji ber avêtina keviran bi bav û kurekî re nîqaş kiribû û ew bi tivingê birîndar kiribûn, bi heman çekê xwe kuşt.
Bûyer doh li gundê Şerîkan ê girêdayî Îslahiyeyê qewimî.
Li gorî agahiyan, Adem Gençogluyê (35) ku tê gotin pirsgirêkên wî yên derûnî hene, ji ber ku kevir diavêtin ser rê, ji aliyê cîranê wî Ramazan Y. (65) û kurê wî Serhat Y. (35) ve hatiye hişyarkirin û di navbera wan de nîqaş derketiye.
Adem G. piştî nîqaşê çûye malê, bi tivingekê vegeriyaye û gule berdane bav û kurê ku hişyarî dabûyê.
Di encama gulebaranê de bav û kur birîndar bûne û rewşa wan giran e.
Êrişkar piştî bûyerê dîsa çûye malê û bi heman çekê dawî li jiyana xwe aniye.
Piştî bihîstina dengê çekan, tîmên tenduristiyê û cendirme çûne gund.
Tîmên tenduristiyê bav û kurê birîndar rakirine nexweşxaneyê û cendirmeyan jî li derdorê tedbîrên ewlehiyê yên tund wergirtine.
Piştî lêkolînên li cihê bûyerê, tîmên tenduristiyê termê Adem G. veguhastiye mirîxaneya Saziya Tiba Dadî ya Dîlokê.
Hêzên ewlehiyê derbarê bûyerê lêpirsîneke berfireh daye destpêkirin.


.jpg&w=3840&q=75)
