Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê bi beşdariya xelkê, sazî û dezgehên xwecihî kampanyayeke berfireh a paqijiyê dest pê kir.
Kampanya bi dirûşma “Qamişlo Bajarê Paqijiyê” tê birêvebirin û dê hemû tax û kolanên bajêr li xwe bigire.
Birêvebiriya Navçeyê bi hevkariya çend saziyan 13ê Tebaxê dest bi vê xebatê kir.
Qonaxa yekem dê 3 hefteyan bidome
Li gorî agahiyên ku serperiştyaran dane, ev kampanya dê ji çend qonaxan pêk were.
Qonaxa yekem a kampanyayê ku paqijkirina tax û kolanan li xwe digire dê 3 hefteyan bidome.
"Em dixwazin bajarê me bibe yê herî paqij"
Serperiştyara Kampanyaya Paqijiyê Lînda Silêmanê li ser zêdebûna gilêş û zibilê li bajêr axivî û got:
"Mixabin van demên dawî gilêş û zibil li ba me zêde bûye. Em nizanin gelo ev kêmasî ji şaredariyê ye yan ji ber ku xelkekî zêde li bajêr bi cih bûye.
Me dest bi kampanyaya xwe kiriye û em dest didin hev da ku bajarê me bibe paqijtirîn û bedewtirîn bajarê navçeyê."
Armanc guhertina tevgerên civakî ye
Kampanya bi alîkariya Tîma Guhertina Reftara Civakî ya ser bi Saziya Şam El Xêrê ve tê kirin.
Ev sazî hevbeşa UNICEFê ye û xebatê li gel Platforma Qamişlo Bajarê Aştî û Lihevkirinê bi rê ve dibe.
Kordînatorê Saziya Şam El Xêrê Mehid Faris eşkere kir ku wan bi rêya medyaya civakî agahî wergirtiye û ew bi dilxwazî tevlî kampanyayê bûne û wiha pê de çû:
"Me li ser torên medyaya civakî bihîst ku kampanyayeke giştî ya paqijiyê heye.
Min pêwendî bi Koma Qamişlo Bajarê Evînê û Aştiyê re danî da ku em beşdarî kampanyayê bibin.
Koma me bi xwe her dem kar û xebatên mirovî, kampanyayên alîkariyê û vaksînkirinê dike.
Armanca me bi xwe guhertin û başkirina tevgera civakî ye."


