Hewlêr (Rûdaw) - Konseya Birêvebir a KCKyê li ser notên hevdîtinê yên ku tê îdiakirin aîdî Abdullah Ocalan in daxuyaniyek da.
Birêvebiriyê da zanîn ku notên hevdîtinan ên ku li ser medyaya dîjîtal belav bûne sexte ne û bi zanebûn hatine amadekirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê xelk tenê baweriyê bi daxuyaniyên fermî yên Şandeya DEM Partiyê û daxuyaniyên Birêvebiriyê bîne.
"Îfadeyên derew û sexte hene"
Birêvebiriya KCKyê ragihand ku ev daxuyanî û nivîsên sexte di demên cuda de hatine amadekirin û got:
"Di van nivîsan de gelek îfadeyên derew û sexte hene. Ev yek nîşan dide ku ew bi zanebûn hatine amadekirin.
Balkêş e ku ev notên hevdîtinê 10ê Tebaxê roja derketina qanûnê û piştî wê li ser medyaya dîjîtal hatine belavkirin."
"Provokasyoneke biplan e"
KCKyê eşkere kir ku aliyên dijberên aştiyê û civaka demokratîk, her cure rêbazên qirêj bi kar tînin û got:
“Li ser medyaya dîjîtal belavkirina van nivîsan û xistina rojevê, provokasyoneke biplan a li dijî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e."
"Tenê ji DEM Partiyê bawer bikin"
KCKyê bi bîr anî ku zanyariyên li ser hevdîtinên li Îmraliyê yên bi Abdullah Ocalan re tenê ji aliyê Şandeya DEM Partiyê ve tên eşkerekirin û got:
"Divê ti kes baweriyê bi ti agahiyan neke ku ji aliyê Şandeya DEM Partiyê ve nehatiye piştrastkirin. Jixwe li ser vê mijarê Şandeya DEM Partiyê jî daxuyaniyek dabû.
Divê xelk agahiyên li ser tevgera me tenê ji daxuyaniyên Birêvebiriya Tevgerê wergire. Ev notên sexte ji aliyê hêzên dijber ve li dijî Rêber Apo û tevgera me hatine amadekirin û divê ti kes baweriyê bi wan neyîne."
.webp&w=3840&q=75)


