Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên ewlehiyê yên Îranê li Rojhilatê Kurdistanê dayîk û bavekî Kurd û keça wan a 16 salî desteser kirin.
Ev gava Îranê wekî xelekeke din a zext û girtinên bikêfî yên li dijî civaka sivîl a li wî welatî tê dîtin.
Li gorî daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, Meryem Muradîyan, Sîrûs Hemîdî û keça wan a 16 salî Kurdiya Hemîdî di nîvê vê mehê de li gundekî bajarokê Dîwandereyê ve hatine girtin.
Hêzên Îranê bêyî ti biryara dadgehê ew desteser kirine.
Hengawê eşkere kir ku Kurdiya Hemîdî ya 16 salî piştî 4 rojan hatiye berdan lê girtina dayîk û bavê wê didome.
Rêxistinê diyar kir ku destûr nayê dayîn dayîk û bav bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bikin.
Her wiha sedema girtina wan, tohmetên li ser wan û rewşa wan a niha hîn ne diyar e.
Berteka raya giştî ya navneteweyî
Ji ber girtina zarokan a di operasyonên Îranê yên li dijî xwenîşander, rojnameger, kêmneteweyên etnîkî û olî û endamên civaka sivîl de, birêvebiriya Îranê rastî berteka tund a raya giştî ya navneteweyî tê.
Rêxistinên mafên mirovan ji ber desteserkirina gelek zarok û ciwanan a piştî xwenîşandanên destpêka îsal dilgiran in û fikarên xwe tînin zimên.
Di sibatê de UNICEFê daxwaza berdana wan zarokan kiribû ku ji ber bûyerên dawî yên li Îranê hatibûn girtin.
UNICEFê hişyarî dabû ku bêparkirina ji azadiyê dê bandoreke neyînî û mayînde li ser bipêşketina zarokan bike.
Birêvebirê Herêmî yê Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur ê UNICEFê Edouard Beigbeder gotibû:
"Divê bi wan zarokên ku ji azadiya xwe bêpar mane re bi awayekî însanî miamele were kirin û destûr were dayîn ku bi rêkûpêk pêwendiyê bi malbatên xwe re deynin."
Li herêmên cuda girtina zarokan didome
Ev bûyer tenê yek ji wan nûçeyan e ku ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ên Kurdan ve li ser girtina zarokan a li herêmên cuda yên Îranê tên parvekirin.
Hengawê eşkere kir ku di sibatê de li 5 bajarên cuda yên Îranê 12 zarokên Kurd û Belûç hatine girtin û çarenivîsa wan a qanûnî hîn ne zelal e.
Rêxistinê piştrast kir ku di dema xwenîşandanên dawî de, herî kêm 250 zarok hatine girtin ku di nav wan de zarokên Kurd jî hene.
Di nav van zarokan de, Saman Şeykiyê 17 salî jî heye ku di nîvê sibatê de li Melikşahiyê hatibû girtin û ber bi cihekî nediyar ve hatibû birin.
Rêxistinê tekez kir ku rewşa qanûnî ya wan zarokên ku di dema operasyonan de hatine girtin ne zelal e û her tim çavdêrî li ser mercên girtina wan nayê kirin.



