Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo salvegera 38emîn a Enfala Behdînanê peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî xwest ku Hikûmeta Îraqê malbatên qurbaniyên Enfalê qerebû bike (tezmînatê bide wan) û diyar kir ku dê hewldanên wan ên ji bo naskirina Enfalê wekî komkujî di asta navneteweyî de berdewam bikin.
Îro 38 sal di ser qonaxa dawî ya tawana Enfalê re derbas dibin ku ew jî Enfala Behdînanê ye.
Enfala Behdînanê 25ê Tebaxa 1988an dest pê kir û 6ê Îlona heman salê bi dawî bû.
“Bi çekên qedexekirî êrişî xelkê sivîl kirin”
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de anî zimên ku rejîma wê demê ya Îraqê bi çekên qedexekirî êrişî xelkê sivîl, av, ax, hewa û jîngeha devera Behdînanê kiriye.
Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku ew di vê bîranînê de bi rêz û rûmet hemû şehîd û qurbaniyên Enfala Behdînanê û hemû enfalkiriyên Kurdistanê bi bîr tînin û serê xwe li ber giyanê wan ê pak ditewînin.
Daxwaza qerebûkirinê ji Bexdayê
Serokê Herêma Kurdistanê bi bîr anî ku Enfal tawaneke mezin a li dijî mirovahiyê bû û ji aliyê Dadgeha Bilind a Tawanên Îraqê ve wekî tawana komkujiyê, tawana şer û tawana li dijî mirovahiyê hatiye naskirin.
Nêçîrvan Barzanî li ser vê xalê got:
"Di vê bîranînê de em daxwaza xwe ji Hikûmeta Federal a Îraqê dubare dikin da ku qerebûya madî û manewî ya malbatên qurbaniyên Enfalê û hemû qurbaniyên tawanên rejîma berê yên li Herêma Kurdistanê bike.
Hevdem divê hewldanên me yên ji bo naskirina Enfalê ya li ser asta navneteweyî wekî komkujiyê berdewam bikin."
“Divê dîroka tijî tawan bibe ders”
Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser dîroka tawan û wêrankirinan û got:
"Divê dîroka tijî tawan û wêrankirina rabihurî ji bo Îraqê bibe ders û îbreteke herdemî."
Wî destnîşan kir ku ev yek ji bo rêgirtina li ber dubarebûna her cure zordarî û binpêkirinekê pêwîst e û divê mafên destûrî yên gelê Kurdistanê û hemû pêkhateyan parastî bin.
Barzanî bangî aliyên siyasî kir û tekezî li ser xurtkirina yekrêzî, wekhevî, bihevrejiyana aştiyane û bihêzkirina hevkariyê kir da ku karibin paşerojeke aram û ewle ji bo gelê Kurdistanê misoger bikin.
Spasiya xelkê Hewlêrê kir
Nêçîrvan Barzanî di dawiya peyama xwe de silav ji bo giyanê pak ê şehîdên Enfala Behdînanê û hemû şehîdên Kurdistanê şand.
Wî her wiha spasiya xelkê Hewlêrê û derdora wê kir ku di rojên dijwar ên Kampa Cêjnîkanê de bi helwesteke niştimanî û mirovdostane bi hawara qurbaniyên Behdînanê ve çûn.



