Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bedreyê ya parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê, 3 kes ji ber bijehrêketina ji gazê di nav tunelekê de mirin.
Heta niha cenazeyên 2 kesan hatine derxistin û hewldanên ji bo derxistina cenazeyê sêyem didomin.
Kesekî ji navçeya Bedreyê yê Îlamê ji Rûdawê re ragihand ku 3 kesên ji gundê Pakelê di tunelekê de mirine.
Wî kesî diyar kir ku ew li nêzîkî gund bi gazê bi jehrê ketine û mirine.
Qaymeqamê Bedreyê Seîd Şehbazî li ser vê mijarê ji medyayê re ragihand ku 3 kes di nava tunelê de mirine.
Qaymeqamê Bedreyê da zanîn ku heta niha tîman tenê cenazeyên 2 kesan ji tunelê derxistine.
Seîd Şehbazî diyar kir ku ji ber gazê û kûrbûna cihê rûdanê, karê tîmên Heyva Sor û hawarçûnê gelekî zehmet bûye.
Şehbazî anî zimên ku ew niha nikarin cezaneyê sêyem derxînin lê hewldanên wan didomin.
Qaymeqamê Bedreyê her wiha destnîşan kir ku li ser rûdanê û sedema çûyîna wan 3 kesan a nav tunelê lêpirsîn hatiye destpêkirin.



