Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku ew ji amade ne bi Desteya Destpakiyê ya Îraqê û hemû aliyên dadweriyê re hevkariyê bikin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Serokê Desteya Destpakiyê ya Federal a Îraqê Dr. Mihemed Elî Lamî û şandeya pê re qebûl kirin.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de Serokê Desteya Destpakiyê ya Herêma Kurdistanê Dr. Ehmed Enwer jî amade bû.
Di civînê de bihêzkirina hevkarî û hevahengiya navbera Desteya Destpakiyê ya Federal û aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin.
Her du aliyan tekezî li ser girîngiya serbixwebûna saziyên destpakiyê û rola wan a di çespandina serweriya yasayê de kir.
Serweriya yasayê
Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku ew ji bo parastina yasayê, serbixwebûna saziyan û desthilata dadweriyê amade ne bi Desteya Destpakiyê ya Federal û hemû aliyên dadweriyê re hevkariyê bikin.
Serokê Desteya Destpakiyê ya Federal jî ji ber hevkariya wan a berhemdar spasiya aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê kir.


.webp&w=3840&q=75)