Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî ragihand ku ew bi temamî piştgiriyê didin hewldanên hikûmeta federal ên ji bo nehîştina gendeliyê û got, “Em dê rê nedin ku Kurdistan bibe stargeha gendelkaran.”
Baregeha Barzanî ragihand ku Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê Serokê Desteya Destpakiyê ya Federal a Îraqê Dr. Mihemed Elî Lamî û şandeya pê re qebûl kirin.
Li gorî daxuyaniyê, Serokê Desteya Destpakiyê gendelî û pêvajoya têkoşîna li dijî gendeliyê ya li Îraqê nirxand.
Pêvajoya têkoşîna li dijî gendeliyê
Di civînê de şandeya mêvan qala xebatên Serokwezîrê Îraqê yên ji bo serkeftina pêvajoya têkoşîna li dijî gendeliyê kir.
Her wiha wan behsa astengiyên li pêşiya pêvajoyê jî kir û agahî dan Serok Barzanî.
Dr. Mihemed Elî Lamî bal kişand ser rola dîrokî ya Serok Barzanî ya di avakirina Îraqa nû de.
Wî ji Serok Barzanî xwest ku ji bo nehîştina gendeliyê ya li seranserê Îraqê alîkariyê bide wan.
Her wiha wî ji ber hevahengî û alîkariya saziyên fermî yên Herêma Kurdistanê spasiya xwe gihand Serok Barzanî.
"Têkoşîna li dijî gendeliyê erkekî pîroz e"
Serok Mesûd Barzanî eşkere kir ku ew bi temamî piştgiriyê dide hewldanên hikûmeta federal ên ji bo nehîştina gendeliyê û cezakirina gendelkaran.
Barzanî ev pêngav wekî "erkekî pîroz" bi nav kir.
Barzanî destnîşan kir ku ew dê bi ti awayî rê nedin ku Herêma Kurdistanê bibe stargeha gendelkaran.
Wî tekez kir ku di pêvajoya têkoşîna li dijî gendeliyê de ji bo ti kes û ti aliyan xeta sor nîne.
"Divê pêvajo raneweste"
Li gorî daxuyaniyê, Serok Barzanî ji bo serkeftina pêvajoya têkoşîna li dijî gendeliyê, xwestiye xebat bênavber bidomin û pêvajo raneweste.
Barzanî her wiha ducare kir ku divê ev hewldan tenê bi armanca pêkanîna edaletê werin meşandin.



