Hewlêr (Rûdaw) - Li gundekî Îdareya Serbixwe ya Raperînê ya Herêma Kurdistanê danê êvarê 2 otomobîl li hev qelibîn.
Berdevkê Polîsê Trafîkê yê Raperînê diyar kir ku di qezayê de kesek miriye û 3 kes jî birîndar bûne ku ji heman malbatê ne.
Berdevkê Polîsên Trafîkê yên Raperînê Elî Ebdula ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û got:
"Qeza derdora saet 18:00an li nêzîkî gundê Hîzopê çêbûye."
Elî Ebdula da zanîn ku di qezayê de şofêrê otomobîlekê miriye.
Her wiha di otomobîla din de jî 3 kes birîndar bûne.
Hat zanîn ku ew 3 kes ji heman malbatê ne û ji jin, mêr û zarokekî pêk tên.
Berdevkê Polîsê Trafîkê yê Raperînê destnîşan kir ku birîndar ji bo dermankirinê birine nexweşxaneyê.
Her wiha polîsan li ser sedema qezayê lêpirsîn daye destpêkirin.



