Dihok (Rûdaw) - 38 salan piştî Enfala Behdînanê nasnameyên 7 şehîdên Behdînanê hatin eşkerekirin.
Gorên wan salek berê li gundê Mêrgetiyê yê navçeya Sersingê ya parêzgeha Dihokê hatibûn vekirin û xizmên wan li hêviya encama pişkinîna DNAyê bûn.
Her gorekê kodeke wê ya taybet hebû da ku bi rêya pişkinînan nasnameyên wan werin diyarkirin.
Mihemed Adilê kurê şehîdekî li ser eşkerebûna encaman ji Rûdawê re got:
"Piştî ku cenazeyên wan derxistin, wekî wê yekê bû ku wê rojê ji min re sax bûbin.
Piştî eşkerebûna encaman jî dema me zanî kîjan cenaze yê me ye, ez gelekî kêfxweş bûm."
Her wiha Ehmed Hemîdê kurê şehîdekî din ji Rûdawê re ragihand:
"Em niha aram bûn û me zanî cenaze û gora wan kîjan e."
Rêz li tîmeke bijîşkan hat girtin
Ev eşkerekirina nasnameyên cenazeyên di çarçoveya merasîmeke berfireh a ji bo bibîranîna 38 saliya Enfala Behdînanê de bû.
Di beşeke merasîmê de rêz li tîmeke bijîşkan a ji Hewlêrê hat girtin ku di dema Enfalê de li navçeya Cejnîkanê xelkê Behdînanê tedawî kiribûn.
Pisporê yasayê Dr. Nasir Herkî li ser wan bibîranînan da zanîn:
"Tiştê ku ti carî ji bîra min naçe ew e, dema min didît zarok ji ber zikçûn û vereşînê li ber çavên min dimirin û me nedikarî em tiştekî ji wan re bikin.
Tiştê ji destê me hat me ji wan re kir û heta em sax bin em dê di xizmeta neteweya xwe de bin."
Zerereke mezin a mirovî û madî
Qonaxa 7an a Enfalê ya li Behdînanê ji 25ê Tebaxê heta 6ê Îlona 1977an berdewam kir û zerereke mezin a mirovî û madî gihand herêmê.
Parêzgarê Dihokê Dr. Elî Teter li ser zererên wê tawanê ji Rûdawê re ragihand:
"Di wan çend rojan de hikûmeta Îraqê li parêzgehên Dihok û Nînowayê 477 gundên herêmê wêran kirin.
Roja 25ê Tebaxê 34 gund hatin kîmyabarankirin û zêdetirî 30 hezar mirov jî bi dîl hatin girtin."
Li gorî amarên Birêvebiriya Şehîdan û Enfalkiriyan a Dihokê, heta niha jî cenazeyên hezar û 550 kesên winda ne û çarenivîsa wan ne diyar e.


