Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Almanyayê dê hevkariyên xwe yên ji bo Hêzên Pêşmergeyan bidomînin.
Şandeyeke Almanyayê li Hewlêrê ragihand ku ji bo qonaxa paşerojê dê planên wan ên nû û xurt ji bo piştgirîkirina Wezareta Pêşmergeyan hebin.
Her wiha diyar kir ku ew bi Bexdayê re gihîştine lihevtêgihiştinê û armanc ew e ku çarçoveya karê hêzên xwe ji nû ve rêk bixin.
Serokerkanê Wezareta Pêşmergeyan Ferîq Rukin Îsa Uzêr şandeyeke Almanyayê pêşwazî kir.
Şande bi serokatiya Birêvebirê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Wezareta Parastinê ya Almanyayê General Gunter Schneider bû.
Plana nû ya ji bo Pêşmergeyan
Li gorî daxuyaniyeke Wezareta Pêşmergeyan, di hevdîtinê de General Gunter Schneider axiviye û ragihandiye ku welatê wî dê alîkariyên xwe yên ji bo Hêzên Pêşmergeyan bidomîne.
Gunter Schneider li ser vê mijarê got, “Ji bo erk û karên me yên nû yên paşerojê yên bi Hêzên Pêşmergeyan re, dê planên me yên xurt û nû hebin."
Birêvebirê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Almanyayê amaje bi wê yekê jî kir ku welatê wî bi hikûmeta federal a Îraqê re gihîştiye lihevtêgihiştinê.
Bi gotina wî armanc ew e ku çarçoveya karê paşerojê yê hêzên Almanyayê ji nû ve were rêkxistin.
Ev yek dê bi awayekî wisa be ku li gel hemû hêzên hevpeymanan ên li Îraq û Herêma Kurdistanê hevaheng be.
Hevkariyên Almanyayê bandoreke erênî kiriye
Li aliyê din, Serokerkanê Wezareta Pêşmergeyan Ferîq Rukin Îsa Uzêr ji ber piştgiriyên Almanyayê spasiya xwe anî zimên.
Wî ragihand ku tîma şêwirmendên Almanyayê di xurtkirina şiyanên leşkerî yên Pêşmergeyan de xwedî roleke diyar bûye.
Serokerkanê Wezareta Pêşmergeyan tekez kir ku van hevkariyan bandoreke erênî li ser pêvajoya çaksaziyê kiriye û got:
“Di warê rahênan û bilindkirina şiyanên lojîstîk ên Hêzên Pêşmergeyan de jî feydeya wan hebûye.”
Uzêr amadebûna wezaretê ji bo zêdetir bipêşxistina pêwendiyên bi tîma şêwirmendên Almanyayê re nîşan da.
Erka li dijî DAIŞê bi dawî bû
Îro merasîma bidawîhatina erka leşkerî ya şêwirmendên Almanyayê hat lidarxistin.
Ev hêz ji bo şerê li dijî DAIŞê hatibûn.
Merasîm li Kampa Stephanê ya li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê hat lidarxistin.
Di çarçoveya merasîmê de, bidawîhatina erka leşkerî ya hêzên Almanyayê ya li Herêma Kurdistanê bi fermî hat ragihandin.
Hêzên Almanyayê bi salan bû di bin sîwana Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê de kar dikir.
Amadebûneke wan a aktîf li Herêma Kurdistan û Îraqê hebû.
Berê nêzîkî 500 leşkerên Almanyayê di çarçoveya erkeke Hevpeymaniya NATOyê de li Herêma Kurdistan û Îraqê bi cih bûbûn.
Armanca wan hêzan rêlibergirtina serhildana DAIŞê û alîkarîkirina parastina ewlehiya Îraqê bû.
Ew hêz bi taybetî li Hewlêr û Bexdayê bûn.
Almanyayê ji sala 2014an ve bi bihayê zêdetirî 3 milyar euroyan di warê ewlehî û mirovî de alîkariya Îraq û Herêma Kurdistanê kiriye.
Wî welatê Ewropayê sala 2022yan dawî li erkeke wiha ya li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî anîbû.



