Hewlêr (Rûdaw) – Rêwar Awdanan li ser pêvajoya çareseriyê û fesixkirina PKKyê got, “Pêwendiya rasterast a fesixkirina PKKyê bi me re nîne.”
Berdevkê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Rêwar Awdanan ji The Amargiyê re got ku fesixkirina PKKyê "pêwendiyeke rasterast" bi PJAKê re nîne û got heke Îran pêvajoyeke demokratîk a rasteqîn pêşkêş bike, PJAK dê pêşwazî bike.
Parlamentoya Tirkiyeyê 10ê Tebaxê yasayeke 12 xalî ya bi navê Yasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî qebûl kir.
Ev yasa ji bo bêçekkirin û fesixkirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), Koma Civakên Kurdistanê (KCK) û rêxistinên din ên bi PKKyê re têkildar in çarçoveyeke yasayî ava dike.
Her wiha behsa vegera gerîlayên PKKyê ya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dike.
Ev gotin pirseke din derdixe holê ku ew jî kategoriya rêxistinên "têkildarî" PKKyê kê li xwe digire?
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ku rêxistineke bi piranî ji Kurdên Rojhilatê Kurdistanê pêk tê û wekî şaxeke PKKyê tê binavkirin, vê pênaseyê red dike.
Endamê Konseya Birêvebir û Berdevkê PJAKê Rêwar Awdanan ji The Amargiyê re got ku "pêwendiyeke rasterast" a yasaya Tirkiyeyê bi rêxistina wan re nîne.
PJAK ji salên 2000î ve li dijî Komara Îslamî ya Îranê şer dike û daxwaza mafên siyasî û çandî yên Kurdan a di nav dewleta Îranê de dike.
PJAK pênaseya 'şaxa PKKyê' red dike
Tevî ku tê gotin PJAK şaxeke PKKyê ye jî Awdanan dibêje ku PJAK ji aliyê siyasî û rêxistinî ve bi temamî serbixwe ye.
Ew pênaseyên ku PJAKê wekî şaxeke PKKyê nîşan didin red dike û ew wekî "çîrokên şaş" bi nav kirin.
Awdanan tekez kir ku PJAK biryarên xwe bi xwe dide û got:
"PJAK partiyeke siyasî ya Kurdî ya serbixwe ye ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dixebite.
Pêwendiya rasterast a fesixkirina PKK/KCKyê bi me re nîne."
Awdanan PJAKê ji ramana siyasî ya Abdullah Ocalan dûr nexist û anî ziman:
"PJAK ji aliyê nêrîna cîhanê û felsefeya têkoşînê ve, bi raman û nexşerêya Rêber Apo [Abdullah Ocalan] bawer dike."
Awdanan anî zimên ku PJAK dixwaze têkoşîna xwe ya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi rêya siyaseta demokratîk bidomîne û her wiha diyar kir ku ew dê çalakiya çekdarî tenê ji bo rewşên xweparastina rewa bi kar bînin.
Ji pêvajoya bêçekkirinê zêdetir e
Awdanan hişyarî da ku divê pêvajoya çareseriyê tenê wekî pêngaveke teknîkî ya bêçekkirinê neyê dîtin û bi nêrîna wî, yasaya çarçoveyê dikare bibe vebûneke siyasî ya girîng lê ev yek tenê bi guherîneke berfirehtir a li Tirkiyeyê pêkan e.
Rêwan Awdanan her wiha anî ziman:
"Yasaya çarçoveyê di guherîn û veguhastinên li Tirkiye û Kurdistanê de gaveke girîng e lê hîn jî têrê nake û kêmasiyên cidî tê de hene."
Ji bo Awdanan, pirsa sereke ev e: Gelo Tirkiye dikare ji xitimina siyasî ya sedsalê derbas bibe û Pirsgirêka Kurdan ji qada ewlehiyê derxe û bixe qada yasayî û siyasî?
Awdanan diyar kir ku ji bo vê yekê ji fesixkirina rêxistineke çekdar zêdetir tiştên din hewce ne û destnîşan kir ku pêwîstî bi naskirina yasayî ya nasname û statuya siyasî ya Kurdan, guhertina destûrê û derbasbûna "Komara Demokratîk" heye.
Li gorî nêrîna Awdanan, heke guherîneke wiha çêbibe, Kurd êdî nabin "karta zextê" ya herêmî û li şûna wê, Kurdistan dikare bibe "korîdor û pireke ku demokrasiyê li seranserî Rojhilata Navîn bi hev ve girê dide."
Awdanan hişyarî da ku heke Enqere Pirsgirêka Kurdan wekî pirsgirêkeke ewlehiyê bibîne, bêçekkirin dê mayînde nebe.
Îhtimala fesixkirina PKKyê pirseke pratîkî jî derdixe holê: Çi tê serê wan endamên ku naxwazin an nikarin vegerin Tirkiye û Bakurê Kurdistanê?
Senaryoyek ev e ku hinek ji wan dikarin derbasî rêxistinên din ên çekdar ên Kurdî bibin ku PJAK jî di nav de ye lê belê Awdanan ev îdia red kir.
Awdanan got ku divê pêvajoyeke siyasî ya serkeftî ew qasî berfireh be ku rê bide endamên PKKyê vegerin û beşdarî jiyana siyasî bibin û got:
"Fikir ne ew e ku mirov bi awayekî pasîf vegerin malên xwe.
Li şûna wê, dê formeke nû ya têkoşînê dest pê bike ku Kurd dê ne tenê li Kurdistanê, li navenda Tirkiyeyê jî siyasetê bikin."
PJAK dê hebûna xwe biparêze
Tevî ku PJAK piştgiriyê dide îhtimala guherîneke wiha ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî ti îşaretê nade ku dê di hebûna xwe ya rêxistinî yan leşkerî de guherîneke bilez bike.
Awdanan li ser pirsa "Gelo dê PJAK piştî fesixkirina PKKyê li ser Çiyayên Qendîlê bimîne yan na?" bersiveke kurt da:
"Em dê têkoşîna xwe li hemû qadên ku pêwîstiya me bi hebûnê heye bidomînin."
Li gorî gotinên Awdanan, paşeroja PJAKê dê ne bi fesixkirina PKKyê, zêdetir bi bipêşketinên siyasî yên li nav Îranê diyar bibe.
Awdanan di bersiva pirsa “Heke Tehran rêyeke wiha pêşkêş bike, gelo dê PJAK jî heman rêyê bişopîne?” de ev îhtimal red nekir û da zanîn:
"Heke Komara Îslamî pêşniyareke wiha bike û heke ji bo guherîna bingehîn a li Îranê amadehî, plan û biryardariyeke cidî hebe û heke em bibînin ku pêvajoyeke wiha li gorî berjewendiyên neteweya Kurd e, em dê lêkolînê bikin û li gorî nexşerê, plan û bernameya xwe tevbigerin."
Awdanan her wiha anî ziman:
"Heke li Îranê pêvajoyeke wiha ya çareseriya demokratîk û siyasî dest pê bike, em dê pêşwazî bikin lê berovajî Tirkiyeyê, heta niha li Îranê ti nîşanên guherîneke wiha derneketine."

.webp&w=3840&q=75)

