Hewlêr (Rûdaw) - Li Ameda Bakurê Kurdistanê Sultan Akdemîra ku di qonaxa hevberdanê de bû, dema zaroka wê di hembêza wê de bû rastî êrişa bi çekê ya hevjînê xwe E.A. hat û mir.
Bûyer şeva borî li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê qewimî.
Li gorî angaştan, Sultan Akdemîr (32) û hevjînê wê E.A. (30) di qonaxa hevberdanê de bûn û ketine qirika hev.
Hat diyarkirin ku di dema nîqaşê de E.A. bi çekê gule lê reşandine, pişt re zarok biriye û ji cihê bûyerê reviyaye.
Li ser agahdarkirinê, polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê Sultan Akdemîra ku bi giranî birîndar bûbû bir Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê lê ew nehat rizgarkirin.
Hat ragihandin ku E.A. ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin.
Li gorî agahiyan, rewşa tenduristiyê ya zarokê baş e û lêpirsîna derbarê bûyerê berdewam dike.
Li gorî rapora Platforma Em dê Kuştina Jinan Rawestînin, mêran di tîrmeha îsal de 25 jin kuştine û 31 jin jî bi awayekî bi guman mirî hatine dîtin.
Ji sedî 44ê jinan ji aliyê hevjînên xwe ve, ji sedî 52yê wan jî li malên xwe hatine kuştin.



