Hewlêr (Rûdaw) - Gerînendehiya Giştî ya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo parêzgehên Amed, Mêrdîn, Riha, Dîlok, Wan, Meletî, Erzirom, Îdir û Qersê yên Bakurê Kurdistanê pêşbîniya pêleke baranê dike.
Li gorî pêşbîniyê, asmanê van parêzgehên Bakurê Kurdistanê dê nîvewr û perçeewr be.
Li hinek deveran jî asman dê bi temamî ewr be.
Her wiha tê pêşbînîkirin ku li Erzirom, Qers, Erdexan, Agirî û Îdirê baraneke gur bibare û birûsk vedin.
Li Erziromê pileya germê bi giştî dê 28 be. Asman dê nîvewr, carinan jî bi temamî ewr be. Ji piştî nîvro û pê ve jî pêşbîniya barana gur û birûskan tê kirin.
Li parêzgeha Qersê pileya germê dê 25 pile be, asman dê nîvewr, carinan jî bi temamî ewr be û pêşbîniya barana gur û birûskan tê kirin.
Li parêzgeha Meletiyê pileya germê bi giştî dê 33 be. Asman dê nîvewr û perçeewr be. Pileya germê bi giştî li Wanê 28, li Amed, Riha û Dîlokê 38 û li Mêrdînê jî dê 35 be.
Her li gorî pêşbîniyan, îro êvarê dê li van neh parêzgehên Bakurê Kurdistanê baran bibare lê ne şert e ku pêla baranê seranserê van parêzgehan bide ber xwe. Li hinek parêzgehan dê baran tenê li deverekê yan jî navçeyekê bibare.



