Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê du otomobîl li hev qelibîn.
Di qezayê de 2 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn.
Qeza li taxa Beştepeyê ya li nêzîkî avahiyên TOKÎyê çêbû.
Otomobîla ku Abdulkadir K.yê 22 salî diajot û otomobîla ku Îhsan Toprakê 34 salî diajot li hev qelibîn.
Di qezayê de Îhsan Toprak û Lalihan Topraka 24 salî yên ku di heman otomobîlê de bûn mirin.
Her wiha 4 kesên ku di her du otomobîlan de bûn birîndar bûn.
Li ser agahdarkirina kesên derdorê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê li cihê bûyerê midaxeleya destpêkê kir û pişt re birîndar veguhastin nexweşxaneyên Dîlokê.


