Enqere (Rûdaw) - Pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê, hêviyên nû yên derbarê çareserkirina Pirsgirêka Kurdan de zêde kirin.
Yek ji wan hêviyan jî rakirina astengiyên li ber zimanê Kurdî û perwerdeya bi zimanê dayîkê ye.
Mamosteyên Kurd daxwaz dikin ku pêvajo tenê bi bêdengbûna çekan sînordar nemîne û di warê perwerdeya bi Kurdî de jî gavên pratîk bên avêtin.
Pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê, ne tenê bi aliyên xwe yên siyasî û ewlehiyê, di heman demê de wekî hêviyekê ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurdan di nav raya giştî de tê nîqaşkirin.
Yek ji daxwazên sereke rakirina astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî û perwerdeya bi zimanê dayîkê ye.
Ev mijar di civîn û bernameyên cihêreng de jî tê nîqaşkirin.
"Em perwerdeya bi zimanê zikmakî dixwazin"
Mamoste Zeynel Polat got, "Em dizanin ku li welêt pêvajoyeke aştiyê didome. Em li ser mijara Pêwendiya Aştî û Perwerdeyê kar dikin.
Gelo em çawa dikarin mijara aştiyê di perwerdeyê de bi kar bînin? Em wekî Egitim-Senê bi salan e perwerdeya bi zimanê zikmakî dixwazin."
Mijara xwendina bi Kurdî bi taybetî ji bo mamosteyên Kurd girîng e.
Mamosteyên Kurd vê mijarê hem wekî mafekî rewa û neteweyî hem jî wekî pêwîstiyeke pedagojîk dibînin.
Pêdiviya pedagojîk û mafê rewa
Daxwaza mamosteyan ew e ku pêvajo tenê bi bêdengbûna çekan sînordar nemîne.
Ew balê dikişînin ser girîngiya wan gavên ku dê di warê perwerdeyê de bên avêtin.
Mamoste Cudî Îmrek da zanîn, “Ziman li ser kesayetî û derûniyê bandoreke cidî dike.
Loma jî pêwîst e her kes bi zimanê xwe biaxive, bixwîne û perwerdeya xwe bi zimanê xwe bibîne."
"Zimanê ku nebe zimanê perwerdeyê dê têk biçe"
Mamoste Ramazan Sumer giringiya ziman wiha bi lêv kir, “Dema ku ziman nebe zimanê perwerdeyê dê têk biçe.
Mixabin em dibînin ku êdî zarokên me yên Kurd tenê bi Tirkî diaxivin û zimanê xwe nizanin.
Sedema vê yekê nebûna perwerdeyê ye. Dema ku perwerdeya zimanekî nebe ew ziman jî têk diçe.
Di vê pêvajoyê de em hêvî dikin ku mijara sereke ziman be û qanûnên pêwîst bên derxistin."
Kêm zêde di hemû civînên xwe de berpirsên DEM Partiyê behsa wê yekê dikin ku di pêvajoyê de yek ji xalên bingehîn xwendina Kurdî ye û divê hikûmet jî li ser vê mijarê yasayên pêwîst amade bike.


