Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan, Duran Kalkan ragihand ku pêvajo gihîştiye qonaxeke krîtîk û tekez kir ku ji bo serkeftina vê rêyê, divê Abdullah Ocalan bi awayekî çalak pêvajoyê bi rê ve bibe.
Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan di bernameyeke taybet a televîzyona Medya Haberê de axivî.
Karayilan bal kişand ser qonaxa dawî ya pêvajoya çareseriyê, daxuyaniyên dawî yên Abdullah Ocalan û Serokkomarê Tirkiyeyê.
Biryardariya di pêvajoyê de
Kalkan diyar kir ku her du alî jî di bipêşxistina pêvajoyê de biryardar in û li hemberî hewldanên têkdana wê hişyar in û got:
"Aliyên pêvajoyê di bipêşxistina pêvajoyê de zelaltir û biryardartir in.
Hem di daxuyaniya Serokkomariya Tirkiyeyê de û hem jî di daxuyaniya Rêber Apo de ev yek bi awayekî zelal dihat diyarkirin.
Aliyekî girîng ê van daxuyaniyan jî, hişyariya li hemberî hewldanên provokatîv ên dijberên pêvajoyê bû.
Hat diyarkirin ku ti provokasyon nikare li pêşiya pêşketina pêvajoyê bibe asteng û pêvajoya aştî û civaka demokratîk dê bi serkeftî were meşandin û bipêşxistin."
"Pêvajo demên dawî leztir bûye"
Kalkan destnîşan kir ku zêdebûna êrişên hinek derdorên nijadperest nîşana bipêşketina pêvajoyê ye û pê de çû:
"Zêdebûna van provokasyonan bi awayekî eşkere bipêşketina di nava pêvajoyê de nîşan dide. Bi kurtasî pêvajo dimeşe û demên dawî de leztir bûye.
Em dizanin ku bi wê yasaya ku bi navê yasaya çarçoveyê tê naskirin û şeva 10ê Tebaxê di Parlamentoyê de derbas bû, pêvajo bi rastî ket qonaxa xwe ya duyem.
Ev jî qonaxa pêşketina aliyê hiqûqî û siyasî yê pêvajoyê ye."
"Vekirina rêya siyasetê ne hêsan e"
Duran Kalkan amaje bi "Yasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" û helwesta Abdullah Ocalan da û wiha axivî:
"Rêber Apo ev yasa wekî gaveke ku şer rawestandiye û rê li ber siyasetê vekiriye nirxand.
Rizgarkirina pirsgirêkeke giran a 100 salî ya wekî Pirsgirêka Kurdan ji nava tundiyê û vekirina rêya siyasetê, ne rewşeke hêsan e.
Rêber Apo ev yek wekî 'ji sêdarekê hatina ser maseyê' pênase kir. Helbet kêmasî tên rexnekirin, ew mijareke cuda ye lê girîngiya wê ya dîrokî di vê astê de bû.
Di vê çarçoveyê de gavên nû tên avêtin. Desteya ku berpirsê birêvebirina pêvajoyê ye, 24ê Tebaxê civîna xwe ya yekem xwe pêk anî. Ev jî gaveke girîng e."
"Divê pêvajo bi destê Rêber Apo bi rê ve biçe"
Kalkan tekez kir ku biryara PKKyê ya derbarê pêvajoyê de zelal e û mixetabê sereke Abdullah Ocalan e û got:
"Hinek pîvanên me yên bingehîn wekî aliyê Kurd hene. Biryara Kongreya 12emîn a PKKyê heye; bicihanîn û birêvebirina pêvajoyê bi destê Rêber Apo dibe.
Rêber Apo jî diyar kir ku ev yasa dê şert û mercên xebata wî baştir bike û eger wisa bibe ew dikare rolekê bilîze.
Hêviya me ew e ku bi van civînên desteyan re, gavên di vê rêyê de werin avêtin.
Di mijara gihîştina Rêber Apo ya bi şertên azad ên jiyan û xebatê de, dê qonaxên nû werin tomarkirin.
Divê rê li ber Rêber Apo were vekirin da ku pêvajoyê bi rê ve bibe."
Rexneya li mixalefet û çepgiran
Duran Kalkan helwesta hinek komên ku xwe wekî demokrat û sosyalîst pênase dikin lê li hemberî pêvajoyê bi guman in rexne kir û anî zimên:
"Hinek derdor hene ku divê di vê pêvajoyê de piştgiriyê bidin. Ew xwe wekî çepgir, sosyalîst û demokrat dibînin.
Pêwîst e ku ew alîgirê pêvajoyê bin. Lê nêzîkatiyeke ku zêde nazan dikin nîşan didin. Ev helwest hêz û wêrekiyê dide dijberên pêvajoyê.
Her wiha eniya demokrasiyê û eniya birêvebirina vê pêvajoyê ji hundir de lawaz dike. Em dibêjin 'werin em bi hev re bikin', nayên.
Dema li gel yên din xebat tê kirin, vê carê jî her tiştî rexne dikin. Divê dest ji vê nêzîkatiyê were berdan."
Guherîna PKKyê
Kalkan di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser guherîna stratejîk a PKKyê û wiha pê de çû:
"Em di nava hewldana guherîn, nûkirin û veguherîna li gorî mercên îro de ne.
Divê em bizanibin ku stratejiya 'entegrasyona demokratîk', ew stratejî ye ku stratejiya rizgariya neteweyî ya demên borî derbas kiriye û dê azadî û demokrasiyê bîne.
Armanc û hesretên şehîdên me bi serkeftina vê stratejiya têkoşînê ya ku em niha tê de ne, dê werin misogerkirin û bijîn."



