Hewlêr (Rûdaw) - Îranê sêşemê welatiyekî Kurd ê ji parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanl girt û ew ji bo kişandina cezayê 10 salan şand girtîgehê.
Ev girtin di demekê de pêk tê ku Tehranê zext û givaşên xwe yên li ser mixalifan zêde kirine û pê re jî girtinên kêfî, dadgehkirinên lezgîn û birîna cezayên giran didomin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Kurdistanê (Kurdpa), hêzên ewlehiyê yên Îranê roja sêşemê welatiyê Kurd Mensûr Kerbelayî (30 salî) yê ji gundê Serçinarê yê navçeya Miyandoabê desteserkir û ji bo kişandina cezayê wî veguhast Girtîgeha Navendî ya Bokanê.
Mensûr Kerbelayî Çiriya Pêşîn a 2025an bi hinceta "çalakiya li dijî ewlehiya neteweyî" û "endamtiya di partiyeke Kurdî ya mixalif de" bi "10 sal û rojek" cezayê girtîgehê hatibû cezakirin.
Ew berê di Hezîrana 2022yan de jî hatibû desteserkirin û di her du caran de jî bi kefaleta giran bi awayekî demkî hatibû berdan.
Hat ragihandin ku Kerbelayî di sala 2022 û 2025an de li gel 5 welatiyên din ên Kurd hatibû desteserkirin ku her yek ji wan bi heman tohmetan bi 10 sal û rojek cezayê girtîgehê hatibûn cezakirin.
Her wiha welatiyekî din jî bi cezayê darvekirinê hatibû mehkûmkirin.
Ew piştî desteserkirinê biribûn navendeke lêpirsînê, li wir rastî îşkenceyê hatibûn û berî ku bi kefaletê bên berdan îtirafên bi zorê ji wan hatibûn wergirtin.
"Zêdetirî 6 hezar kesan hatine desteserkirin"
Li gorî rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International), piştî operasyonên asmanî yên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê yên di dawiya meha Sibatê de, rayedar û hêzên ewlehiyê yên Îranê girtinên kêfî zêde kirine.
Di raporê de hat diyarkirin ku ji sibatê heta gulanê zêdetirî 6 hezar kesan hatine desteserkirin û di nav wan de xwenîşander, rojnameger, parêzer, parêzvanên mafên mirovan û endamên pêkhateyên neteweyî û olî hene.
Di raporê de hat ragihandin ku "bi hezaran xwenîşander jî hatine kuştin."
Li aliyê din, girtî bi metirsiya guherandina cezayê xwe yê girtîgehê ji bo cezayê darvekirinê yê bêyî agahdarkirinê re rû bi rû ne.
Li gorî rapora mehane ya Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, di tîrmehê de li Îranê 67 girtî hatine darvekirin ku 9 ji wan girtiyên siyasî bûn û bi hincetên wekî "muharebe (şerê li dijî Xwedê)" û sîxuriyê hatibûn darvekirin.
Hengawê belge kiriye ku ji 67 darvekirinan 7 darvekirin bi awayekî veşartî û bêyî agahdarkirina girtiyan û malbatên wan hatine pêkanîn.
Dadgeha Şoreşê ya Îranê hincetên wekî "fesadiya li ser rûyê erdê", "serhildana çekdarî" û gelek tohmetên têkildarî "ewlehiya neteweyî" wekî sûcên ku cezayê wan darvekirin e qebûl dike.
Banga rayedarên Neteweyên Yekbûyî
Rayedarên Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniyeke çapemeniyê de bangî rayedarên Îranê kir ku dawî li zêdebûna girtinên kêfî, windakirinên bi darê zorê, şkence, reftara xerab û darvekirinên kêfî yên li dijî kêmneteweyên neteweyî, bi taybetî Kurd û Belûçan bînin.
Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku girtî di bin şkenceyê de tên mecbûrkirin ku tohmetên sexte li ser xwe qebûl bikin û ev îtiraf di medyaya fermî ya dewletê de tên weşandin.
NYyê destnîşan kir ku ev kiryar qedexeya mutleq a şkenceyê binpê dikin û mafê dadgehkirina dadperwer ji holê radikin.



