Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo Samî Kekîkê ku sala 1994an di şerekî de canê xwe ji dest dabû, piştî 32 salan şîn hat danîn.
Bi pêşengiya Komeleya MEBYA-DERê, li gundê Alingoza Jor ê navçeya Gimgimê ya Mûşê konê şînê hat vedan.
Samî Kekîkê bi nasnavê “Şoreş” sala 1969an ji dayîk bûbû û sala 1991ê tevlî refên PKKyê bûbû.
Wî sala 1994an di 25 saliya xwe de li Êlihê di şerekî de canê xwe ji dest dabû.
Platforma Saziyên Demokratîk a Mûşê û welatî bi meşê çûn cihê şînê û sersaxî ji malbatê re xwest.

.webp&w=3840&q=75)

